Tekoşîna Kardelenê ya 9 salan li hemberî şidetê …

12:02

Gulşen Koçuk / JINHA


AMED – Tevgera jinan ya ku li gora pêdiviyên jinên herêmê bi perspektîfên Tevgera Jinên Azad û Demokrat tê birêvebirin. Ji dema ku dest bi xebatnê xwe kiriye heta niha gelek guherîn çêkiriye. Yek ji saziya jinan ya ku li hemberî binpêkirinên mafan têdikoşeye. Ev 9 sale di vê çarçoveyê de Mala Jinan ya Kardelenê xizmeta jinan dike. Kardelen li hemberî şideta li ser jinan û hemû awayê binpêkirinan ji bo jin û mêr bi hevsengî bi hev re bijîn tekoşînê dike. 


Mala Jinan ya Kardelenê di sala 2005’an de dibiniya Şaredariya Navçeya Rezan ya Amedê de hatiye avakirin û xebatên xwe birêve dibe. Kardelen ya ku ji aliyê Şaredariya Rezan ve hatiye avakirin bi her awyî bi pirsgirêkên jinan ve mijul dibe. Mala Jinan ya Kardelenê weke hemû saziyên jinan yên Amedê li gora perspektîfên Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê dixebite û di wê çarçovê de bi pirsgirêkên jinan re mijul dibe. Mala jinan ya Kardelenê li aliyekê li hemberî hişmendiya serdestiya mêran ya di nava malê de li ser jinan didin meşandin têdikoşe û li aliyê dinê jî hêzê dide tekoşîna jinan û bilind dike. Koordînarora Mala Jinan Kardelenê Mukades Alataş girêdayî xebatên xwe yên 9 salan axivî. Mukades diyar kir kul i gorî lêkolîna hatî kirin li Amedê ji her du jinan yek rastî şidetê hatiye.


‘Li herêmê şer lê hebin şidet jî zêde dibe’


Koordînarora Mala Jinan Kardelenê Mukades Alataş girêdayî xebatên xwe yên 9 salan axivî. Mukades da zanîn ku li gorî lêkolîna hatî kirin li Amedê ji her du jinan yek rastî şidetê hatiye. Mukades destnîşan kir ku sedemek sereke yê şideta zêde li ser jinan jî şerê demdirêj yê li herêmê tê meşandin, valakirina gundan û koçberiya zêdeye û wiha got: “Herêmên şer li hene şideta li ser jinan jî zêdeye. Sedemek dinê jî li Amedê jihê herî koçber têde kombûne jî navçeya Rezane. Navçeya Rezan nevçeyek gelek feqîre. Li Kurdistanê sazumaniya heyî têkçuye. Dema ku sazumanî têkçuye jî herî zêde jin û zarokan nesîbê xwe ji vê rewşa aloz girtiye.”


Piştevaniya ji bo malên sitargihan yên jinan


Mukades derbirî ku ew armanc dikin jinên ji malan derneketine û hatine çewisandin tevlî aktîvîteyên Kardelenê bikin, jin li wê tekoşînê bidin û wate bidin jiyanê. Mukedes diyar kir ku wan din ava xebatên xwe yên 9 salan de gelek qurs vekirine û xebatên baş birêve birine. Mukades da zanîn ku jinên din ava malê de pirsgirêk jiyan kirine û heta niha bi kesê re parve nekirine tên li gel wan derdê xwe dibêjin û ji wan alîkariyê dixwazin. Mukades destnîşan kir ku ew li ser van pirsgirêkên jinan hewildidin bi her awayî bi jinan re dibin alîkar.


‘Zagon jî alîgirê mêranin’


Mukedes axivî: “Zagon û dad hemû alîgirê mêran û hêzên taybetyên mêranin” Mukades diyar kir ku ji ber van sedeman jinan hêza xwe ya cewherî dernexistiye. Mukades da zanîn ku hêza cewherî û hêza ewlehiyê ten bi rêxistinê dikare pêşbikeve. Mukedse bal kişand li ser gerdunîbûna şideta li ser jinan û wiha domand: “Di bin şideta li ser jinan de pêvajoyek dîrokî heye. Em hewil didin vê pêvajoya dîrokiya şidetê mehkum bikin. Ji ber li her aliyê cîhanê jin di asta duyemîn de tên girtin.”


‘Emê îsal li kolanan zayendiya civakî bipirsin’


Mukedes desnîşan kir ku ew ne tenê li hemberî deshilatiya mêran her wiha li hemberî çavkaniyên ew hişmendiya mêran mezinkirî jî têdikoşin. Mukades derbirî kul i hemberî vê hişmendiyê şer kirin û bi ser ketin tiştekî neyê kirin nîne dê bi demê re guherîn çebibin.


Mukades girêdayî xebat û projeyên xwe wiha axivî: “Me despêkê li gorî van pîvanan li Amedê dest bi karê xwekir. Dîdarên me meclis, qehwe, şardarî û zadiyên jinanin. Di derbarê dahata dikeve destê me de me ve ferq kir: Di navbera jin û mêrên di meclisan de kar dikin û mêrên li qehwexaneyan ferqek mezin heye. Ji ber mêrên di meclisan de hinekî jiyana xwe lig ora rêgezên rêxistinî birêkupêk kiriye. Kêm jî ber hinek duzen daye jiyana xwe. Lê dema ku em li mêrên di qehwexaneyan de dinêrin, em dibînin ku ji zayendiya civakî tu guherîn nîne. Em bi meclisan re xebaten polîtîk birêve dibin. Di vê xebatê de hem li hemberî pisgirêkên jinan û hem jî li hemberî pirsgirêka kurd em tekoşîneke demokratîk dikin. Dema ku em vê xebatê dikîn dibînin ku dinavbera jin û mêran de ferqek gelek mezin heye. Di aliyê polîtîk de em li hemberî vêyekêne. Di sala 2014’an de emê herî zêde din ava kolanan de li rastî kê bên emê zayendiya civakî bipirsin. Em dixwazin di sala 2014’an de hemû hêza xwe bidin guherîna vê hişmendiya heyî. Girêdayî jinan em pirsgirêk li kîjan cihî bibînin emê lig ora wê pilan û projeyên xwe amadebikin.”


‘Dema ku jin nepejirîne şidet despêdike’


Mukades diyar kir ku jin herî zêde girêdayî şideta nava malê alîkariyê dixwazin. Mukades da zanîn ku ji bo rawestandina şideta li ser jinan xebatên wan hene. Mukades destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina şedetê dê li gel jinan bi hev re bixebitin. Mukades balkişand li ser kevneşopiya darazê ya li hemberî şideta li ser jinan û wiha domand: “Dema ku jin nepejirîne rastî şidetê tên.” Mukades anî ziman ku divê li hember şideta heyî rêxistina jinan gelek giringe. Mukades bilêv kir ku divê despêkê ji bo çareserkirina şideta heyî hem jin û hem jî mêr hişmendiyek bi dayîna wan û ew hinek bikevin diferqa van kirinan de û wiha berdewam kir: “Em jinan bihêz dikin, lê mêr dimînin û şidetê zêde dikin. Bêgoman divê em hişmendî û di ferqêdebûyînê çêkin. Heger tekoşînek heye divê mêran jî bigire nava xwe. Ji bo guherîn û veguherînê ji jinan zêdetir pêdiviya mêran pêheye. Ji xwe di Kurdistanê de jin di ferqa her tiştîdenin. Di her gavê de saziyek ya jinan, çalakî û meş hene. Ji ber van sedeman jinên Kurdistanê ji jinên Deriya Reş û Navenda Anadoluyê zêdetir bişansin. Ji ber navendên jinan yên bi rêxistinkirî hatine avakirin.”


(zt)