Jinên Brezilyayê li hemberî hişmendiya mêran dest bi şer kirin
12:52
JINHA
BREZİLYA – Li Brezilyayê li gorî lêkolîna enstutuyekê “jinan tecawîz heq kiriye” li hemberî vê helwesta wan jî jinên Brezilya di medyayên civakî de bertekên xwe bi gotinên weke “min maf nekiriye ku rastî tecawîzê bêm” anîn ziman. Jinan weke dinê li hemberî hişmendiya mêran peyamên weke “Mêrek sera wî tazibe tê wateya seksiyê, çuyîna basketbolê û dixwaze rastî tecawîzê bê. Ev pir vekiriye” dan.
Ji aliyê Enstutuya Lêkolînê ya Aboriyê ya Brezîlyayê ve lêkolîna hatî kirin yek ji sedemên sereke yên ku jin rastî tecawîzê tên, jî kincên vekiri yên li xwe dikine. Jinên Brezilyayê bertek nîşanî vê lêkolînê dan. Dibin pêşengiya rojnameya Quieroz ya medyaya civakî de jinan li ser bedena xwe nivîsên weke “min maf nekiriye ku rastî tecawîzê bêm” nivîsîn û kampanya wê despêkirin. Di demeke kin de qampanya rastî eleqeyek mezin hat û di medyayê de gelekan bertek nîşanî hişmendiya “maf dîtina tecawîzê” dan.
Wekedinê jinan peyamên weke “Mêrek sera wî tazibe tê wateya seksiyê, çuyîna basketbolê û dixwaze rastî tecawîzê bê. Ev pir vekiriye” dan. Mêran jî piştevaniya vê kampanyayê kirin û gotinên weke “Bedena min ya mine, biryara min ya mine”, “Tu jinan tecawîz maf nekirine” nivîsîn û wiha di medyayên civakî de hatin parvekirin.
Li gora lêkolînek ya li welatekdinêyê Brezilya hatî kirin hat hînbûn ku jinên rastî tecawîzê hatine ji sedî 50 yên ku temenê wan dibin 13 saliyê denin.
(zt)

