‘Gelo em civakeke çawa dixwazin?’
17:31
JINHA
AMED – Konferansa DOKH'ê ya bi mijara 'Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de" li Amedê bi tevlibûna komele, kooperatîf, navendên şewirmendiyê ya jinan, nûnerên saziyên sivîl, parlamenter û şaredarên BDP'ê pêk hat îro bi dawî bû. 185 delegeyên jin li ser polîtîkayên civakî, vîna civakî ya jinê û nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî jinên muxalîf nîqaş hat kirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de' bi dirûşma “Şoreşa jiyana civakî, dê bi têkoşîna azadiya jinê pêk bê” li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP’ê pêk hat. 185 delegeyên jin li ser polîtîkayên civakî, vîna civakî ya jinê û nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî jinên muxalîf nîqaş hat kirin.
‘Civakê xistiye bin bandora xwe’
Jinan di konferansê de li ser jin û siyasetê rawestiyan û da zanîn ku AKP ya ku temsîliyeta zîhniyeta serdest a mêr dike hemû civakê xistiye bin bandora xwe. Di konferansê de jinan daxuyand ku dema polîtîkayên civakî tên afirandin divê îdeolojiya serdest baş bê jêpirsin û divê bê pirsîn ‘Gelo em civakeke çawa dixwazin?’. Delegeyan di nêrînên xwe de da zanîn ku heke ev pirs rast bê bersivandin dê encamên rast derkevin holê. Jin di konferansê de li ser ‘Jiyana komînal û xwesr’ rawestiyan û da zanîn ku afirandina civakeke bi ehleq û polîtîk dê bi pêşengiya jinê pêk bê. Jinan di konferansê de bal kişand ser hevkariya tevgerên jinên cîhanê û Tirkiyeyê û gotin ku dema ku li her qadê zanebûna zayendî pêş bikeve dê têkoşîna li hemberî zîhniyeta serdest pêş bikeve.
‘Têkoşîna bi rêxistinkiri’
Her wiha di konferansa ku du rojan dom kir de li ser statuya kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nîqaş hat kirin û jinan wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan muxatap bê girtin û vîna gelê kurd divê bê nasîn.”
185 delegeyên jin di konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî ya der barê jinê’ de polîtîkayên li dijî jinê, perçiqandina ked û vîna jinê û hemû berhemên pergala serdest a mêr nêrînên xwe anîn ziman û da zanîn ku li dijî zîhniyeta serdest divê têkoşîneke bi rêxistinî bê dayîn.
(la)

