Li Bismilê gel bi girseyî hevşaredarên xwe ziyaret kirin

14:22

JINHA


AMED – Li navçeya Bismîlê ya Amedê di hilbijartinan de BDP bi ferqek mezin biserket. Li Bismîlê pîrozbahiyên serkeftinê hatin kirin û gel bi girseyî Hevşaredarên xwe Cemîle Emînoglu û Resul Sari ziyaret kirin.


 Li navçeya Bismîlê ya Amedê bi durişma “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” di hilbijartinan de BDP bi ferqek mezin biserket. Li Bismîlê pîrozbahiyên serkeftinê hatin kirin û gel bi girseyî Hevşaredarên xwe Cemîle Emînoglu û Resul Sari ziyaret kirin. Pîrozbahî li ber avahiya navçeya BDP’ê ya Bismîlê hat kirin. Di pîrozbahiyê de gelek mextarên gundan, endamên saziyên sivîl û bi hezaran welatî hevşaredarên xwe ziyaret kirin û serkeftina wan pîroz kirin. Hevşaredaran jî diyar kirin ku gelê Bismîlê her dem girêdayî nirxên xwe mane û ew jî dê ji bo gelê xwe xizmet bikin û hewilbidin bibin layêqî ked û nirxên gelê xwe.


(zt)