Emîn Îrmak yê ku giran birîndar bû sefkî Amedê hat kirin
15:54
JINHA
MÊRDİN – Hevşaredarê BDP’ê yê Artukluyê Emîn Îrmak di xwarinek ya aştiyê ya li gundê Gokçe yê girêdayî Artukluyê de rastî êrîşek çekdarî hat û giran birîndarbû. Piştî mudaxeleya despêkê Emîn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê.
Di dema hilbijartinan de ji ber kiyatiyê di navbera malbata Yildirim ya kul i gundê Gokçe yê girêdayî navçeya Artukluyê dijîn de alozî derketibû. Ji bo ji holêrakirina aloziya heyî xwarina aştiyê li gund hatibû amadekirin û Hevşaredarê BDP’ê yê navçeya Artukluyê ya Mêrdînê Emîn Îrmak jî tevlî xwarinê bû. Di dema xwarinê de Emîn rastî êrîşek bi çek hat û giran birîndar bû. Emîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Ji ber ku rewşa Emîn giranbû piştî mudaxeleya despêkê Emîn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê.
Hat zanîn ku Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û BDP yî çun li ber derê nexweşxanê.
(zt)

