Keça ku dêbi zorê zewicandibana girtin bin ewlehiyê

17:49

JINHA


EDENE – Li Edeneyê keça 17 salî dê bi zorê hatibana zewicandin. Giliyê malbata wê hat kirin û polîsan keçik ji malê girtin birin teslîmî Saziya Parastina Zarokan kirin.


Li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê keça 17 salî a bi navê K. A dema ku dê bi zorê hatibana zewicandin giliyê malbata wê hat kirin. Li ser giliyê ku hat kirin polîsan bi ser mala wan de girtin. Keça 17 salî ji aliyê polîsan ve ji malê hat girtin û şandin Şaxa Zarokan ya Edeneyê. Piştî kul i wê karê wê qedandin şandin Saziya Parastina Zarokan. Girêdayî mijarê bavê keçikê Mehmed Salîh Aykut axivî. Mehmed diyar kir ku tiştek wiha nîne tenê dinavbera malbatan de gotin hatiye kirin û ew dixwaze demek ji ya dinê zutir keça wî bigihe destê wî.


(zt)