Koroya jinên NÇM’ê ji bo 4’ê Nîsanê amadeye

09:38

JINHA


AMED – Amadekariyên 4’ê Nîsanê bi lez despêkirin. Di amadekariyên îsal yên 4’ê Nîsanê de çalakiyên cihê reng hene. Yek ji van çalakiyan jî koroya jinane. 3 navendên çand û honerê yên Amedê li hev civiyane û koroya jinên  NÇM’ê amadekirine. Amadekara Koroya jinan Hunermend Şîlan Dora diyar kir ku armanca wan ji vê koroyê ewe di  4’ê Nîsana 2014’an de zêdetir rengê jinan tevlî pîrozbahiyê bikin.


Her sal bi boneya salvegera 4’ê Nîsanê roja rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji tevahiya bajarên Turkiriyê û herêmê bi hezaran welatî tevlî meşa Amarayê dibin. Îsal jî weke her salê li tevahiya bajarên Tirkiyê û herêmê amadekariyên meşa Amara tê kirin û tê payîn ku îsal ji her salê zêdetir welatî berşdarî meşê bibin. Bi haman armancê li Amedê jî amadekarî tên kirin. Yek ji wan amadekariyan jî koroya jinane.  Ji bo amandekariya 4’ê Nîsanê  Navenda Aram Tîgran, Navenda Çanda Ciwanan Cigerxwîn û Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firadê li hev civiya û koroya jinên NÇM’ê avakirin.  Amadekara Koroya jinan Hunermend Şîlan Dora da zanîn ku armanca wan ji vê koroyê ewe di  4’ê Nîsana 2014’an de zêdetir rengê jinan tevlî pîrozbahiyê bikin.


‘Ji bo 4’ê Nîsanê koroya me amadeye’


Şîlan  anî ziman ku koroya wan bi xebatek berfireh hatiye amade kirin û got: “Koroya me ji jinên herêmên Serhed,Botan, Amed, Ege û Akdenizê pêktên. Di koroya me de 8 muzkjenin, 15 jin jî di nava koroyê de cîh digirin. Bi giştî 30 jin din ava vê xebatê de cîh digirin. Me bi giştî 8 sitiran amade kirine û em li ser van 8 sitiranan dixebitin. Her yek ji van sitiranan xwediyê wate û naverokek cudaye. Yek ji van sitiranan ya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji hez dikiye. Her wiha helbest sîrod û sitiranên cuda hene. Koroya me ji bo 4’ê Nîsanê amadeye.”


 (şh/zt)