Tekoşîna jinên kurd ji bo jinên katalon dibe mînak

10:58

Bêrîtan ELYAKUT-Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED – Endama Tevgera Feministên Katalon Nereya Aurreablite ya ku ji bo piştevaniya Rojava hatibû herêmê diyar kir ku Katalon rêxistinbûna kurdan weke model digirin û got: “Hiza ku me bi jinên kurd ve dide girêdan dubare dubare tekoşîna ku me dayiye. Herdu gel jî ji bo hilweşîna deshilatiya mêran hewildidin. Ez difikirim ku ev yek hêza herî mezin ya ku me bi hev ve dide girêdane. Ji ber van sedeman ez bawerim ku emê ji niha û pêde zêdetir hev bibînin.”


Katalonya ya ku li başurê Îspanya tê dîtin. Li wê bi 3 zimanên fermî tê axaftin. Katalonya û  Avrupa weke herêma xweser tê pejirandin. Xwediyê şêniyek 7 milyone, bi zimanên Îspanî, Katalon û Aramî tê axaftin. Gelê katalon jî weke gelê kurd ji bo ziman, çand û mafên xwe tekoşîn kirine. Beşek biçuk ji axa Îspanya hîna dibin destê hikumeta Firansa deye. Di rojên derbasbûyî de şandeya Katalon ya ku ji Katalonya di nav de Endama Tevgera Feministên Katalon Nereya Aurreablite ya jî heyî  ji bo piştevaniya Rojava hatibû herêmê. Nereya wiha got: “Katalon jî weke kurdan gelek bê dewlet û netewek bê dewletin.”


‘Li Kurdistan daxwaza guherînên civakî tên dîtin ’    


Nereya da zanîn ku hîna beşek ji Katalonya dibin destê Firansadene û wiha domand: “Niha li Katalonya tevgerên bê alî hene. Lê hinek komên Katalonya yên alîgirê bê alîbûnê, lê weke  yên Kurdistanê ne li gel guherînên civakîne. Li Kurdistanê komên li gel bê alîbûn û xweseriyê di heman demê de telebên wan yên guherînên civakî  jî  hene. Ev yek pir li Katalonya nayê dîtin.”


‘Emê tekoşîna jinên navnetewî çêbikin’  


Endama Tevgera Şoreşger ya Katalonyayê Nereya destnîşan kir ku ev komên şoreşger hem bê alîbûnê, hem femîninizên, hem guherînên civakî û hem jî sosyalîzmê talep dikin. Nereya anî ziman ku bi qasî tevgera xwe tevgerên feminîzman û tevgerên jinan jî deparêze û wiha axivî: “Lê rêxistinek me ya jinan ya navendî nîne. Herî zêde rêxistinên me yên herêmî hene. Nebûna rexistinek nevnetewiya jinan dibe sedema astengiyan. Ji ber em neçar dibin kul i gel mêran bixebitin. Di van rewşan de em hinek pirsgirêkan jiyan dikîn. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan û vekirina herêmên xweser ji bo jinan, em  dixebitin ji bo avakirina rêxistina jinan ya navnetewî.”


‘Kurd bûne modela katalonan ‘


Nereya bel kişand li ser peyewendiyên jinên kurd û katalon yên salnê demdirêj û wiha berdewam kir: “Ev demdirêje diyalogên me bi jinên  kurd re hene. Ez hîna li Katalonya endamê tevgera ciwananim. Di heman demê de têkiliyên me yên bi ciwanên kurd re jî hene. Ji ber em dereng mane, em nû hînbûn.” Nereya derbirî ku dema katalonan rêxistina kurdan dîtin û naskirin wan jî din ava xwe de dest bi rêxistinkirinê kirin.


‘Me ji jinên kurd alîkarî girt’


Nereya bilêv kir ku piştî qetilkirina 3 jinên siyasetvanên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wan xwestin  careketinê jinên kurd bibînin û wan nasbikin û wiha pêde çu: “Me ji tevgera wan ya Ewrupa gelek hevalên jin gazikirin Katalonyayê û bi wan re me civîn çêkir. Paşê em hînbûn ku ji xwe têkiliyên me yên xwezayî û mirovî hene. Di civînên kum e bi jinên kurd re çêkirin jinên kurd gotin: ‘Tevgerek we ya gelek ciwan heye û em vê hêzê di tevgera we de dibînin.’ Di vê wateyê de ji bo avakirina tevgera me ya jinên navnetewî  bûn alîkar.


‘Nirxandinên kurdan yên siyasî nîşanên şoreşêne’   


Nereya diyar kir ku ji bo ji nêz ve şoreşa jinan ya Rojava bişopînin hatine Tirkiyê, lê destur nehat dayîn ew derbazî Rojava bibin. Nereya ew weke nûnera tevgera jinên katalon hatiye herêmê û peywendiyên bi tendurist din ava tevgerên jinan de çêdikin. Nereya ya ku cara yekeme tê herêmê wiha axivî: “Dema ez hatim li vê derê ev sekna gelê herêmê ya polîtîk ez gelek şaşwaz kirim. Em li hemû buroyên hilbijartinan geriyan. Me di wan buroyan de bi gel re sehbet kir. Di wan suhbetan de em hînbûn ku tevgera gelê kurd tevgerek gelek rast û xwediyê pêşdeçuyînek mezine. Li vêderê gel xwediyê seknek pir mezin ya polîtîke. Ev xalek gelek giringe û ev şoreşeke. Mirov ne dibin tundiyan de evqas ji dil xwe berbi pêş birin gelek giringe. Di aliyê siyasî de evqas pêşdeçun tuştekî gelek xweşe.”


‘Di aliyê li hemberî hişmendiya mêran ya destilat derketinê de kurd û katalon hevparin’


Nereya balkişand li ser aliyê kurdan yê mirovî û wiha got: “Ez ji cihekî pir dibin bandora kapîtalîmê de têm. Li vêderê dema kum in dît her kes wiha nêzihevin. Bi van nêzîkahiyên gelên li vêderê hêla ku ez bikevim di ferqa wê de nêzbûna mirovan ya li hev û parastina nirxên civakî ji bo azadiya gelan çiqas giringe. Ez hînbûm ku divê bi rastî jî ji bo şoreşê gelê katalon, ji gelê kurd mînak bigirin. Sazumaniyek ya gelê katalon ya çandî û nirxan heye. Di vê wateyê de divê em hinekî giringî bidin nir û kevneşopiyên  xwe.” Nereya da zanîn ku ev girêdana gelê kurd ya bi nirxên wan ve dê wan bigihîne azadiyê. Di dawiyê de Nereya anî ziman ku tevgerên jinan yên di tevahiya cîhanê de wekhavin û wiha domand: “Hiza ku me bi jinên kurd ve dide girêdan dubare dubare tekoşîna kum e dayiye. Herdu gel jî ji bo hilweşîna deshilatiya mêran hewildidin. Ez difikirim ku ev yek hêza herî mezin ya kum e bi hev ve dide girêdane. Ji ber van sedeman ez bawerim ku emê ji niha û pêde zêdetir hev bibînin.”


 (zt)