Li Amedê Halîl Uysal û Yilmaz Guney hatin bibîranîn

11:24

JINHA


AMED- Bi boneya bîranîna Halîl Dag û Yilmaz Guney li Navenda Çanda Ciwanan ya Cigerxwîn bîranînek hat amadekirin.


Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhelata Navîn bi boneya bîranîna darhinerê kurd Halîl Îbrahîm Uysal (Halîl Dag) li Navenda Çanda Ciwana ya Cigerxwîn şevek ya bîranînê amde kirin. Di 1’ê Nîsana 2008’an de li nevsera Basta di navbera TSK û HPG’ê de şerek derket û di encama wî şerî de derhenêrê kurd Halîl Dag li gel 3 hevalên xwe yên HPG yî jiyana xwe jidestdabûn. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li Salona bîranînê wêneyên Halîl Dag û Yilmaz Guney hatin hildan. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Piştî rêzgirtinê sinevizyona ku jiyana Halîl Dag vedigot hat temaşekirin. Nivîsên ku jiyana Halîl Dag û Yilmaz Guney vedigot hatin xwendin. Di dawiyê de jî filîmê bênavê “Lênusa Botan” yê ku Halîl kişandibû hat seyîrkirin.


Bi duruşma “Şehîd namirin” bîranîn bi dawî bû.


(zt)