Ji jinên Edeneyê banga ji bo beşdarbûna Meşa Amarayê

14:22

OZLEM AKIN/JINHA


EDENE – Jinên Edeneyê diyar kirin ku rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di haman demê de rojbûna hemû gelê kurd û rojbûna jinên kurdin û gotin: “Divê pêvajoyê de em herî zêde nêzî azadiya Birêz Abdulah Ocalan û azadiya gelê kurdin. Bi vê kelecanê me dest bi xebatên xwe yên 4’ê Nîsanê kirine. Em di serî de bang li jinan û hemû gelê kurd dikin ku beşdarî meşa Amara bibin.”


Dibin pêşengiya Komeleya fedresyona Piştevaniya Zagoniya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAD-FED) bi boneya 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan amadekariyên meşa Amara tên kirin. Dê di 4’ê Nîsanê de meşa Amara despêbike û welatî bimeşin gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfeti ya Rihayê. Meşa Amara ya ku dê jig elek bajarên Tirkiye û herêmê bi deh hezaran welatî beşdar bibin, li Edeneyê jî dest bi amadekariyên meşh hatin kirin. Cîgira Seroka Şaxa TUHAD-FED’ê ya Edeneyê Şukran Çelebî bi armanca pîroizbahiyên rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bang li hemû jinan kir û wiha got: “Em bi wesîleya rojbûna Birêz Abdulah Ocalan hemû jinan vedixwînin maşa Amara ya 4’ê Nîsanê.” Şukran balkişand li ser Birêz Abdula Ocalan ya rizgarkirina rewşa jinan ya heyî û wiha domand: “Em weke jinên kurd ew azadiya Birê Abdulah Ocalan pêşkêşî me kirî ji bo azadiya wî çî ji destê me bê emê bikin.”


‘N’ê Nîsanê diheman demê de rojbûna jinên kurde’  


Endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Edeneyê Saniye Seçkîn anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo wê xwediyê giringiyek mezine û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de em herî zêde nêzî azadiya Birêz Abdulah Ocalan û azadiya gelê kurdbûne. Bi vê kelecanê me dest bi xebatên xwe yên 4’ê Nîsanê kirine.” Saniye destnîşan kir ku xebata wan ya ji bo meşa Amara bi jinan û ciwanan despêkiriye û wiha axivî: “Weke her demê hêza bi kelecan û mezin emin. Serokê gelê kurd Birêz Abdulah Ocalan azadiya jinan bi ser xistiye. Din ava civakê de cihê jinan maf kiriye daye wan. Di xala tekoşînkirinê de pêşiya jinan vekiriye. Perspektîfên çareserkirina pisgirêkên jinan di afirîne û jinên kurd azadkiriye. Rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di haman demê de rojbûna hemû gelê kurd û rojbûna jinên kurde jî. Bi vê hişmendiyê me dest bi xebatên xwe kirine, em kolan kolan û derî derî geryane. Di serî de em bang li jinan û hemû gelê xwe dikîn bi wesîleya pîrozkirina rojbûna Serokê me beşdarî meşa Amara bibin. Me gelê kurd deskeftiyên herî biçuk jî bi bedelên mezin bi des xwe ve gihandine. Di heman demê de ji bo ketina Amarayê û pîrozbahiyê jî me bedelên mezin dane. Em niha dikarin biçin. Em ji vêderê şehîdên xwe yên Amara bi rêzdarî bi bîr tînin.”


Dê 16 otobus û gelek wesyît biçin Amarayê     


Berdevka Meclisa Jinên BDP’ê ya Edeneyê Suzan Kiliç jî balkişand li ser giringiya Amarayê û wiha domand: “Di Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd de di serî de 4’ê Nîsanê rojbûna Birêz Abdulah Ocalan û rojbûna hemû gelê kurde. Bi rojbûna Birêz Abdulah Ocalan re gelê kurd nasname û azadiya xwe naskirin. Ji ber vê sedemê ev mîlad mîlada gelê kurde. Di heman demê de ev rojbûn ji bo jinan jî xwediyê giringî û wateyek mezine. Me jinan bi Birêz Abdulah Ocalan re xwe dît û xwe naskir. Ji ber van sedeman herî zêde jin li Birêz Abdulah Ocalan xwedî derdikevin. Ev jî girêdana jinên kurd ya bi Birêz Abdulah Ocalan re dide diyar kirin.” Suzan anî ziman ku dê di roja 3 yê Nîsanê de bi 16 otobusan û gelek wesayîtan ji Edeneyê ber bi Amara ve bikevin rê. Suzan bilêv kir ku dê roja 3 yê Nîsanê di saet 10.00’an de ji hemû navçeyên Edeneyê bi rêbikevin û li ber Tesîsa Mistikê kombibin û bi awayê konvo bikevin rê.


(zt)