‘Felaket ne bi emrê Xwedê, bi emrê Erdogan pêk hat’

11:17

Mizgîn TABU – Zehra DOGAN  / JINHA


ŞIRNEX – Li ser Roboskê salek derbas bû, lê hêj jî di hêla rayedarên dewletê ve bêdengî didome.  Birîn û êşa li Robaskê ji hêla gelê herêmê ve nehat jibirkirin.  Ayşe Encu zarok û nebiye xwe di bomberana li Roboskê de windakir û wiha got: “Min nebiyê xwe Mahsun û kurê xwe Savaş û Husnu windakir.  Ev felaket ne bi emrê xwedê, bi emrê Erdogan pêk hat.”


34 welatiyên li Roboskê ya Qilabana Şirnexê ên ku debara xwe bi kaçaxtiyê dikirin, di 28’ê kanunê de bi bomberandina balafirên şer ên Hêza Çekdarî ya Tirk ( (TSK) ve rû bi rû man û jiyana xwe ji dest dan. Ji 34 kesan 19 zarok bûn û hêj 18 salî nebibûn. Bûyera ku li herêmê dengveda, piştî rojek di çapemeniya tirk de cih girt. Piştî demeke dirêj rayedarên dewletê ji bo sersaxiyê berê xwe dan herêmê. Hevsera serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan ji berê xwe da herêmê û got ku ‘Ligel dirêng mayînê parvekirina êşa li herêmê min dilşad dike.’ Li ser bûyerê salek derbas bû, lê hêj jî birîn û êş wek roja destpêke ye. Gelek nîqaş û nirxandin hat kirin. Lê dayikên ku zarokên xwe winda kir… Hestê van çi bû? Di roja destpêke heta îro dayik reş li xwedikin û her dayikek gotinek wê heye.


 ‘Birînamin her ku diçe xwîn dibe’


Dayika Mahsun Encu Reyhan Encu: Kurê min ji malê re nebe bar kaçaxçitî dikir. Gelek şevan dema Mahsun dihat malê sirê dibû, ev qas dicemidî ku ne dikarî pêlavê xwe derxe. Şeva Mahsun çû kumê xwe li malê ji birkir. Min bang kir lê Mahsun kumê xwe nebir û ji min re got ‘ezê di nav saetêkî de bêm’. Saetek derbas bû ne kurê min cenazeyê kurê min hat. Kurê min hêz futbolê dikir. Ji bo xwe sparîşa formayeke taybet dabû. Piştî mirina wî formaya wî hat. Kesên ku di temenê kurê min de bi ezîzî tên mezin kirin lê ev hêj di temenê xwe yê biçûk de ket pêy nanê xwe. Li ser bûyerê salek derbas bû lê hêj ez dibêjim îro pêk hatiye.  Hikûmet alîkariya psîkolojîk jî nekir, hemû hewldanên rayedaran pûç derket.  Dema ku ez dolabê vedikim û formaya kurê xwe dibînim birînamin her ku diçe xwîn dibe. Hêvî û daxwazên 34 ciwanan hebû, lê hatin kuştin. Tenê daxwaziyek me hebû em nebin muhtacê kesekî.  Lê destûr nedan…


 ‘Ezê pere bidim Erdogan’


Dayika Erkan Encu Felek Encu: Tenê bîrhatiyek kurê min ma. Ev jî kumê sersalê ya ku mamosteya wî çêkirî û pirtûka vê ya tirkî bû. Pirtûka ku didan xwendinê jî şerm nekirin û hêj jî dibêjin tirkbûn. Qet ji ala ku ev qas qimet didan jî şerm nekirin. Kurê min sersal jî pîroz nekir. Ev ji bo bin êşek mezin e.  Erdogan xelata şerefê da kesên ku komkujiyê pêk anî. Divê li şûna xelata şerefê, xelat bêşereftiyê bihata dayîn. Serokwezîr qala tazmînatan dike. Bila serokwezîr keça xwe bide min ez perê bidim serokwezîr.


‘Dema min Husnu di nav axê de dît…’


 Hevsera Husnu Encu Semîre Encu: Min bûra û hevserê xwe di komkujiyê de winda kir. Hêj ez dûcanîbûm min hevserê xwe windakir. Min navê kurê xwe kir Husnu û niha ez kurê xwe û keça xwe bi tenê serê xwe man. Heta ku kûjerên hevserê min neyê girtin dilê min rêhet nabe. Ez dev jî têkoşîna xwe bernadim û heya ku bûyer zelal nebe û berpirs ceza negirin. Ma qaçaxçitî guneheke mezin bû ku cezayê ve mirin bû. Dem amin Husnu di  nav axê dê dît ez mirim. Em li vir dîn jî bibin heyra kesî nîne. Hikûmet welatiyên xwe meraq nake. Ji bo êşa me bizanin bila bûyerek bi vî rengî bê serê van jî.


‘Ne bi emrê xwedê…’


Ayşe Encu: Min nebiyê xwe Mahsun, kurên xwe Savaş û Husnu winda kir. Ev felaket ne bi emrê xwedê bi emrê Erdogan pêk hat. Her gava ku ez diavêjim zarokên min tê biramin. Divê di roja destpêke de me gundê xwe terk bikira. Lê me dizanin ku li koçberiyê jî rihetî nedidan me. Em bi tirs dijîn.  Travmayên ku em dijîn nayê vegotin.


‘Pîlot birayê min kuşt’


Bavê Bîlal Encu Abdulrahman Encu: Li ser bûyerê salek derbas bû lê wekî roja destpêke ye. Serokwezîr dibêje ez kesek oldarim û her tim edaletê dixwazim. Lê piştî vî gotinê zarokên 13 salî qetil kir. Baweriya min ji ol û edaleta serokwezîr nayê. Debara malê li ser pişta Bîlal bû. Hêj ji çavê minê ku nabîne rondik dibarin. Divê her kes, kurd, ereb, ermen û hwd bên serdana herême û bêedaletiya hikûmetê bibinîn. Xwîşka Bîlal a 5 salî Hîdayet her roj dibêje birayê min ji bo debara malê bike çû lê pîlotan ev kuşt. Ez bang li welatiyên li herêmê dikim bil adi 28’ê kanunê me bi tenê nehelin.


Wêne-Dîmen: Mizgîn TABU, Zehra DOGAN


(zd la)