Musa İtah: heger wiha bidome dê gel rabe ser lingan
15:25
JINHA
WAN- Ji ber BDP’ê di hilbijartinan de Îpekyolu û Erdîş girtine, ji bo ji nû ve deng bên jimartin AKP’ê serî li YSK yê da. Serokê Navenda BDP’ê yê Wanê Musa Îtah bertek nîşanî helwesta wan da û got: “Hemû serlêdanên me yên diderbarê hilbijartinan de hatin redkirin. AKP ji niha de dixwaze li ser Îpekyolu û Erdîşê lîstokan bilîze. Heger wiha berdewam bike dê hemû gel rabin ser lingan. Ev ne tehîdeke tişta rastî bê kirine.”
BDP’ê di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de Îpekyolu û Erdîş girtine. Ji bo ji nû ve deng bên jimartin AKP’ê serî li YSK yê da. Girêdayî rewşê li ber avahiya BDP’ê ya navçeya Îpekyoluyê daxuyaniyek hat dayîna çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Navenda BDP’ê yê Wanê Musa Îtah, Hevşaredarên navçeya Îpekyolu ya Wanê Aygul Bidav û Veysel Keser, endamê MP ya BDP’ê Ramazan Yildiz, Serokê navçeya Îpekyoluyê Alatîn Daghan, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî di nav de gelek welatî amadebûn. Li ser navê girseyê Serokê Navenda BDP’ê ya Wan Musa Îtah daxuyanî da û wiha got: “Cihên kum e bi ferqek mezin jî girtine carekedinê îtiraz dikin. Di xebirin ku Agirî ji destê me bigirin. Bi girtina 7 dengên zêde Westan ji destê me girtin.”
‘Lîstokên AKP’ê berdewam dikin’
Musa balkişand li ser cihên ku BDP’ê îtiraz kirîn û wiha domand: “Li gorî delîlên me yên hilbijartinan me îtiraz kirin lê îtirazên me ji aliyê desteya hilbijartinan ve hatin redkirin. AKP ji niha de dixwaze li ser Îpekyolu û Erdîşê lîstokan bilîze. Heger wiha berdewam bike dê hemû gel rabin ser lingan. Ev ne tehîdeke tişta rastî bê kirine.” Musa balkişand li ser lîstokên piştî hilbijartinan tên kirin û wiha berdewam kir: “Gelê me tehdîd kirin. Lîstok lîstin. Li Çaldiran û Bahçesarayê çek bikar anîn. Bi destê hinek hêzan mefê me binpê dikin.” Musa anî ziman ku vîna gel tê çewisandin û wiha got: “Duh li ber derê Ediliye ya Westanê di encama îtirazan de Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî ji aliyê polîsên hêza taybet ve bi gotinên weke ‘ez li serê te bixim’ hat tehdîd kirin. Êdî bila her kes ji wijdana xwe bipirsin. Divê êdî AKP dawî li van lîstokên xwe bîne. Emê li vîna gelê xwe xwedîderkevin.”
Piştî axaftinan daxuyanî bidawî bû.
(zt)

