Li Wanê Hevşaredarên BDP’ê tên ziyaret kirin
15:58
JINHA
WAN- Ziyaretkirina şaredarên BDP’ê yên di hilbijartinên 30’ê Adarê de hatîn hilbijartin berdewam dikin. Hevşaredarên navçeya Îpekyoluyê Aygul Bidav û Veysel Keser ziyarte qebûl kirin û gotin: “Emê xwe bi xwe û bajarên xwe birêve bibin.”
Hevşaredarên BDP’ê yên navçeya Îpekyoluyê Aygul Bidav û Veysel Keser li avahiya BDP’ê ya navçeya Îpekyoluyê ziyartên gel qebûl kirin. Hevşaredaran sipasiya welatiyan kirin. Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Îpekyoluyê Aygul Bidav di ziyaretkirinê de axivî. Aygul ji bo piştevaniya welatiyan kir. Aygul anî ziman ku serkeftina hilbijartinan serkeftina gel û wiha got: “Bi saya keda hevalên xwe yên di tekoşîna azadiyê de ked dane em gihan vê serkeftinê. Em sipasiya hemû hevalên xwe yên ku şev û roj li gel me xebitîne dikîn. Emê ji niha û pêde siyasetê li aliyekê bihêlin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Soza me ji bo gelê me emê xwe bi xwe û bajarê xwe birêvebibin.”
(zt)

