Kolanan Dêrsimê ji navên celadkaran hatin paqişkirin

16:56

JINHA


DÊRSİM – Şaredariya Dêrsimê îmza avêt binê biryarek girîng. Kolan û rêyên  Dêrsimê yên ku navê kesên di qirkirina Dêrsimê ya 37-38’an de rol girtibûn hatibûn lêkirin, hatin paqişkirin. Li şona navê wan navê kesên ku di çand û dîroka Dêrsimê de rolên giring girtine û kesên ku hatine li sêdarê dayîn hatin dayîna kolan û rêyan. Ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve navê 7 kesên di sala 1937’an de li gel Seyît Riza hatin li sêdarê dan hatin dayîna kolan û rêyan.


Ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve navê kolan û rêyên ku navê kesên di qiririna Dêrsimê ya 37-38’an de rol girtine hatin guherîn. Li şona navê wan navê kesên ku di çand û dîroka Dêrsimê de rolên giring û kesên ku hatine li sêdarê dan hat dayîna kolan û rêyan. Ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve navê 7 kesên di sala 1937’an de li gel Seyît Riza hatin li sêdarê dan hatin dayîna kolan û rêyan. Hat zanîn ku Waliyê Dêrsimê jî ev guherîn pejirand.


  Navên 15 kolan û cadeyên hatin guherîn evin:


 “-Rêya Cemal Gursel ya li taxa Ali Baba kirin Fındıq Aga


- Rêya  Fevzî Çakmak ya li taxa Ali Baba kirinWuşêne Seydi


- Rêya Cengîz Topel ya li taxa Mogultay kirin Aliyê Mırze


- Rêya 237. Ya li taxa Cumhuriyet ê kirin Hesênê İbrahimi


- Rêya  23. Ya li taxa Ataturk  kirin Hesênê Cibrayil


- Rêya 236. Ya li taxa Cumhuriyet ê kirin Wuşêne Resik


- Rêya  Elazigê ya li taxa  Ataturk kirin rêya Dêrsimê


- Rêya Okul ê ya li taxa Mogultay kirin rêya Dr. Nuri Dêrsimî


- Parqa Îsmet Înunu ya li taxa Mogultay kirin Parqa Zarife Xanım


- Rêya Ovacik ê ya li taxa Mogultay ê kirin rêya Elişêr


- Meydana Kişla ya li taxa Mogultay ê kirin Meydana Seyid Riza


- Rêya Kume evleri ya li taxa Ali Baba kirin rêya Besê


- Kolana Merdîven ya li taxa Ali Baba kirin kolana Sahan Aga


- Kolana Ata ya li taxa Mogultay ê kirin Pr. Eli Demir


- Rêya Huriyetê ya li taxa Mogultay ê navê Musa Anter lêkirin.”


(zt)