Di salekê de li İran ê 25 jin hatin li sêdarê dan
17:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava salekê de li Îranê herî kêm 25 jin hatin li sêdarê dan. Li gorî organên weşanê yên di destê dewletê de ev hejmar hatiye dayîn. Lê dibe ku hêj zêdetir be jî. Li gorî qeyîdên fermî di sala derbasbûyî de li Îranê 700 girtî hatin li sêdarê dan.
Li Îranê zêdebûna li sêdarêdê bala rêxistina mafê mirovan jî kişand. Ji Adara sala 2013’an heta 20 Adara sala 2014’an herî kêm 25 jin hatine li sêdarêdan. Li gorî organên weşanê yên di destê dewletê de ev hejmar hatiye dayîn. Lê dibe ku hêj zêdetir be. Hat zanîn ku herî zêde li rojavayê Îranê bajarên weke Urmiye jin tên darve kirin. Hinek jin ji ber madeyên nelirêtiyê tên darvekirin û hinek jî ji ber çî tên darvekirin sedem nediyare.
Gelek ji wan jî bi dizî tên darvekirin
Li gorî rapora Komeleya Mafê Miraovan ya Îranê ya 2013’an hat dîtin ku li Îranê sêdarê dana mirovan zêdebûye. Hat zanîn ku niha jî gelek kes li ber sêdarêne. Li gorî raporê di sala 2013’an de herî kêm 687 kes hatin li sêdarêdan. Li gorî sala derbasbûyî ji sedî 16 zêdebûye. Li sêdarêdan ji sedî 56 (388) ji aliyê meqamê fermî ve hat ragihandin. Ji sedî 68 (458) jî piştî Hasan Ruhanî hat hilbijartin û paşê hatin li sêdarê dan. Ji vana 58 jî di cihên vekirî de hatin li sêdarê dan. Li 21 girtîgihan jî 299 kes hatin li sêdarêdan û bi fermî nehatin ragihandin. Gelek ji vana yan bi dizî kirin yan jî nehêlan bigihin çapemeniyê.
(zt)

