Yekîtiya Star ji jinên Ereb re civînek lidar xistin
17:48
JINHA
EFRÎN- Rêxistina Yekîtiya Star ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ên gundê Remadiyê yê girêdayê Cindrêsê ya Efrînê civînek lidar xist.
Di Çarçoveya çalakiyên piştgiriya kampaniyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ku bi durişma "Bi Jinên Azad Ber bi Netewa Demokratîk ve" hatiye dest pê kirin de Rêxistina Yekîtiya Star ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ên gundê Remadiyê yê girêdayê navçeya Cindrêsê ya Efrînê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan jinên gund bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama Rêxistina Yekîtiya Star Şaha Dîlan di civînê de axivî û geşedanên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirixandin. Dîlan bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî kantona Kobanê û da zanîn ku gelê Kobanê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî komên çete berxwedaneke bi rumet birêve dibin.
Şîlan her wiha da zanîn ku pêwîste jinên Kurd û Ereb xwedî li mafên xwe derkevin û cihê xwe di nava şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kuristanê de bigrin.
Civîn bi pirs û bersivan û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.
