Hatice Çoban: Dê di projeyên me de reng û ramanên jinan hebin

09:59

Hicret ÇİFTÇİ/JINHA


WAN – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wan Hatîce Çoban hem hilbijartinên 30’ê Adarê û hem jî projeyên xwe yên dema bê nirxandin. Hatîce diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê li tevahiya Tirkiyê wan şoreşek ya jinê daye despêkirin û wiha got: “Rengê jinan bandor li şardariyan jî kir. Bi vî awayî li Tevahiya Tirkiyê BDP’ê pergalek nû ya hevserokatiyê da despêkirin. Di şaredariyên ku me bi destxistine de dê reng û ramanên  jinan bingeh bên girtin.”


Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Wan Hatîce Çoban da zanîn ku de hilbijartinên 30’ê Adarê yên di tevahiya Tirkiyê hat kirin de rêjeya dengên li Wanê BDP’ê ji sedî 52 ye. Hatîce hem xebatên xwe yên hilbijartinan yên di sê mehan de, hem di wan xebatan de beşderbûna jinan û hem jî di dema bê de pirojeyên ku ji bo rêveberiyên herêmî amadekirine û dê bêxin meryetê vegot. Hatîce anî ziman di harêmê û Wanê de xebatek baş ya hilbijartinan hatiye kirin û wiha got: “Hem bi kelecan tevlîbûn û xebata gelê me û hem jî hevalên me yên namzet xebatek baş birêve birine.” Hatîce bilêv kir ku li gel piştî hilbijartinên 2009’an heta niha şardar û xebatkarên şardariyan jî di nav de bi hezaran siyasetmendar di ‘operesyonên KCK’ê’ de hatin girtin û avêtin girtîgihan jî cardin ew bi serketî di hilbijartinan de derketin û wiha domand: “Li gel ku gelek hevalên me hatin girtin jî ji aliyê wan ve ceribandinek baş habûn. Em weke BDP partiyek siyasi ya wihayî ku 10 hezar girtiyên me yên siyasî hene. Bi goman vê yekê bandora xwe li encamên hilbijartinan jî kir.”


‘Li Serhedê hêzek mezin ya jinan heye’    


Hatîce destînşan kir ku di hilbijartinan de gel alîkariyek mezin daye wan û din ava 3 mehan de xebatek bi hêz kirine. Hatîce diyar kir ku berê li Serhedê jinan kêm din ava xebatan de cîh girtine. Hatîce balkişand li ser di pêvajoya hilbijartinan de xebatên jinan û wiha berdewam kir: “Hevalên me yên namzet û jinên Serhedê din ava malan, kolanan û taxan de xebatek gelek baş meşandine. Jinan bi hêzek mezin beşdarî li xebatan kirin.” Hatîce dirbirî kul i Serhedê hêza jinan bandora xwe li hemû awayê xebatan kir. Hatîce anî ziman k udi civînan de hêza jinan ya cewharî dihat dîtin û wiha pêde çu: “Heman rewşê xwe di 8’ê Adarê û Newrozê de jî da nîşandan. Bi pergala hevserokatiyê li tevahiya Tirkiyê me şoreşek ya jinê daye despêkirin. Hilbijartinên kum e li pey xwe hêlan şoreşek ya jinê bû. Rengê jinan bandora xwe li şaredariyan kir. Bi vî awayî li Tevahiya Tirkiyê BDP’ê pergalek nû da despêkirin.”


‘Em rastî nêzîkatiyên antî demokratîk hatin’


Hatîce bilêv kir ku BDP’ê sazumaniyek wiha çêkiriye gelek jin bi rengên xwe yên cuda tevlî rêveberiyên herêmî bûn û wiha axivî: “Jinên ser girtî û vekirî, yên xwediyê nêrîn û baweriyên cuda din ava rêveberiyên herêmî de cih girtin. Ev rewiş hem di aliyê hevserokatiyê de û hem jî di aliyê BDP’ê de deskeftiyên mezinin.” Hatîce diyar kir ku piştî hilbijartinan xebatên BDP’ê bi hemû hêza xwe ve berdewam bike. Hatîce anî ziman ku ji dema hilbijartinên herêmî heta niha ew rastî gelek nêzîkatiyên natî demokratîk hatine û wiha got: “Em partiyek ji butçeya dewltê tuştekê nagirin. Em partiyek ji hêz û keda gelê xwe sudê digirtin û bi wê pêşdikevin.”


‘Dê di hemû projeyên me de reng û ramanê jinan hebe’  


Hatîce bilêv kir ku şaredarî saziyek ya xizmetkirina gele û wiha domand: “Rêveberiyên herêmî ji jor de li gel nêrîn û xebatên xwe wiha kirinê nabe. Bi vî awayî xebatek baş nayê bi rêvebirin. Ji bom e xebat li ser bingihê çandî, civakî û jiyanî bi pirsgirêkên gelê xweyên jiyanî re mijulbûne.” Hatîce girêdayî projeyên xwe yên li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ya Wan Bekir Kaya bi hev re amadekirine jî axivî. Hatîce diyar kir ku di projeyên wan yên dema pêş de taybetî jî ji bo jin û zarokan dê tiştên cuda bêxin meryetê û wiha berdewam kir: “Emê ji bo jin û zarokan saziyên teybet yên weke gihandin, navenda rehabilitasyonê, tesîsatên werzîşê, navenda çand û hunerê, projeyên ji bo prsgirêkên xwe bigihînin, fuara pirtukan, pirtûkxane û gelek navendên weke van emê avabikin û bêxin meryetê. Emê li gel gelê xwe û di heman demê de parastina xwezayê bingeh bigirin. Emê di hemû projeyên xwe de reng û ramanê jinan bingeh bigirin û lig ora wê bêxin meryetê.”


(zt)