1’emîn pêşbaziya çîrokan ya Hêlin Başak li benda serlêdanane

10:40

Gulşen KOÇUK/JINHA


STENBOL- Ji aliyê Wexfa Çand û Hunerê ya Başak ve 1’emîn pêşbaziya Çîrokan ya Hêlîn Başak hatiye despêkirin. Ji bo beşdariya pêşbaziyê yên ku serlêdan bikin dikarin ji 15’ê nîsanê heta 15’ê tîrmehê serlêdan bikin. Pêşbazî bi zaravayê kurdî kurmancî û tirkî tê amadekirin. Di pêşbaziyê de çîrokên ku di pileyên pêş de cîh bigirin dê bibin berhem û di weşanên Avesta û Sumerê de bên weşandin.


Wexfa Çand û Hunerê ya Başak (BSV) ji bo di wêjeyê de wêjevanên nû bide çêkirin û ciwanan bikêşe aliyê wêjeyê pêşbaziya wçîrokan daye despêkirin.Yên ku organîzeya 1’emîn pêşbaziya Çîrokan ya Hêlîn Başak dikin ji bo serlêdan û beşdarbûnê dîrok diyar kirin. Ji bo beşdariya pêşbaziyê yên ku serlêdan bikin dikarin ji 15’ê nîsana 2014’an heta 15’ê tîrmeha 2014’an serlêdan bikin û berhemên xwe pêşkêş bikin. Ji bo taybetî jî ciwanan tevlî wêjeyê bikin tê payîn ku çîrokên di pileyên baş de cîh bigirin dê xelatên mezin bên dayîn. Dê ji bo 3 çîrokên despêkê bên hilbijartin xelatê mezin bên dayîn. Li peyî wan 3 çîrokên despêkê jî yên dinê bên rêzkirin û lig ora wê xelat bên dayîn. Paşê jî çîrokên pileyên baş girtine dê di weşanên Avesta û Sumerê de bên weşandin.


Divê çîrok gotinên weke yên dinê dîtin negirin nava xwe  


1’emîn pêşbaziya Çîrokan ya Hêlîn Başak ya ku ji aliyê Wexfa Çand û Hunerê ya Başak ve hatî despêkirin serlêdan di 15’ê nîsanê de despê dikin. Yek ji armanca pêşbaziya ku tê payîn dê têde xelatên baş bên dayîn tevlîkirina ciwanan ya qada wêjeyê ye. Yên ku serlêdan bikin dikarin bi E- posta û postayên normal berhemên xwe bişînin. Di pêşbaziyê de di beşa tirkî de ji 15 salî heta 22 salî dikarin tevlî bibin. Beşa kurdî jî ji 15 salî het 30 salî dikarin tevlî bibin.


Dê encamên wê di 1’ê Îlonê de bên diyar kirin


Heta 15’ê tîrmeha 2014’an dê ji bo pêşbazvanan vekirî be. Dê encamên wê jî di 1’ê Îlona 2014’an debê diyarkirin. Çîrokên ku bikevin pileyan dê di nava bernameya 2’emîn Festîfala Hunerê ya Navnetewi ya Hêlîn Başak  ya di navbera 2-7’ê îlonê de bê li darxistin de di 5’ê îlona 2014’an de xelata wan bê dayîn.


(zt)