‘Li dijî kedxwariyê rêxistinbûn hewceye!’

15:02

JINHA


AMED-  Di encamnameya konferansa ‘Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de' a DOKH’ê de, jinan destnîşan kir ku nasnameya jinê rastî hemû cûreyên kedxwariyê tê, jin dê li dijî kedxwariyê bi sekneke azad, bi rêxistinbûna xwe ya xweser û polîtîkayên civakî ya jinê bersiv bide.


Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de' bi dirûşma “Şoreşa jiyana civakî, dê bi têkoşîna azadiya jinê pêk bê” li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP’ê pêk hatî dûh bi dawî bû. Encamnameya konferansê ya ku 185 delegeyên jin tevlibûyî hat aşkerakirin.


‘Çareseriya pirsgirêka kurd’


Jinan di encamnameyê de da zanîn ku konferansa xwe di 22-23’ê kanunê li Amedê hat lidarxistin û encamname wiha dom kir: “Li Tirkiyê û herêmê gelek nûnerên saziyên sivîl tevli konferansê bûn. Di konferansê de nirxwandina pêvajoya siyasî, di  pêvajoyê de rol û mîsyona jinê û polîtîkayên civakî ya li hemberî jinê hat nîqaşkirin. Di nîqaşan de bêtir nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka kurd hat nirxandin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan 520 roj in di tecrîdê de ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê di serî de rewşa tenduristî û ewlehî birêz Ocalan bê sererastkirin. Ji ber ku  ji bo gelê kurd muxatap birêz Ocalan e. Dixwazin bi tecrîdê birêz Ocalan ji gel qut bikin.”


Jinan di encamnameyê de wiha gotin: “Em dirokê de yên herî ku hatine kedkarin, mekanîzmaya ku zîhniyeta zilam ya desthilat dar daye afirandin em bi hemû cûre êrîşan re rû bi rû ne. Keda me, îradeya me û bedena me dibin kedxwarinê deye. Ji bo ku nasnameya jinê neyê naskirin dewlet bi destê xwe û dîn kiriye aleta siyasetê û bi her awayî planên xapînok dide meşandin.”


‘Ev hemû êrîş berdewamî çanda tecawizê ne’


Di encamnameyê de hati diyar kirin ku divê ku bê dîtin ku li  her çar parçeyan nasnameya jinê dibin mêtîngeriyê deye li hemberî vê mêtîngeriyê divê ku seknekî îradeya azad bê dayîn û wiha hat gotin: “ Li hemberî mêtîgeriyê serê xwe rakirin lê ev yek jî bi rêxistina jinê ya polîtîkaya civakî dê bigehîje armancê. Em weke jin dizanin em çidixwazin û em ji bo civakek çawa têkoşînê dikin dizanin û em têkoşîna vê yekê didin. Di pêşengtiya jinê te dê civakek bi ehlaq, polîtîk û avakirina xweserî dê bi jinê were pêk anîn. Divê ku em li hemberî îdeolojiya desthilatdariyê hemberî gelê kurd û jinê divê em mordernîteya demokratîk bêxin jiyanê divê em di hemû hêlên jiyanê de polîtîkaya xwe xurt bikin. Mijarên ku em li hemberî wan herî zêde têbikoşin jî wiha ne; Taciz, tecawiz, qetilkirina jinê, pir zewac, di temenê biçûk de zewac, ensest, recm, sunnet, bedêl, di mal de girtin, qedexekirina ziman, li hevkirina çandê, li ser xaka ku em jiyan dikin mêtîngerî ye. Em weke jin dizanin ku ev hemû êrîş berdewamiya çanda tecawizê û îdeolojiya desthilatdariyê ne. Divê ku em li hemberî vê îdeolojiyê, êrîş û gaspê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bidin.”


‘Komxebata qadên jiyanê bê lidarxistin’


Di konferansê de ev biyar hatin girtin: “ Li dijî tecrîdê û her wiha ji bo azadiya birêz Ocalan rêzeçalakî bên lidarxistin. Bilindkirina asta rêxistinbûna jinê. Bi jinên tirk û cîhanê re xebatên hevpar bidin meşadin û dîplomasiya di  navbera jinan de bê xurtkirin. Ji bo mêran jî perwerda cinsiyeta civakî bê dayîn. Komxebata ‘ji stargehan ber bi qadên jiyanê’ bê organîzekirin.”


(la)