Rêxistinên Jinan: Em li gel Işik Gongordu in
12:00
JINHA
İZMİR- Serokê Şaredariya Konakê Hakan Tartan li xebatkara şaredariyê Işik Gungordu xist. Işik Gungordu hefteyek rapora nikare kar bike girt. Li hemberî vê şidet, wehşet û barbariya mêran ya li ser jinan ji aliyê saziyên jinan yên Îzmîrê be bang li jinan hat kirin.
Di Şaredariya Konakê de endama Karê Giştî Işik Gungordu ji aliyê quruma û şufêrê Hakan Tartan ve hat derv kirin. Hakan Tartan yê ku di hilbijartinên 2009’an de weke Serokê Şaredariya Konakê ya CHP’ê hatibû hilbijartin û di hilbijartinên 30’ê Adarê de ji DSP’ê ketibû hilbijartinan ji ber fikra siyasî di 24’ê adarê de li Işik xist. Işik hefteyekê rapora nikare kar bike girt.
Jinên Îzmîrê bertek nîşanî bûyerê dan
Jinênê Îzmîrê bi daxuyaniyek nivîskî bertekên xwe yên li hemberî bûyerê wiha anîn ziman: “Şideta ku li Işik hatî kirin şideta li hemberî me jinên Îzmîrê û hemû jinan hatiye kirine. Tercîha me ya siyasî karê meye. Hakan Tartan yê ku hîna di partiyek siyasîdene divê bê ji me jinan lêborînê bixwaze.”
Hakan Tartan yê ku xwe weke “şaredarê dostê jinan dide nasîn” bi gotinên weke “ew pirsgirêkek basît û ji rêzê di navbera du personelan de hatiye jiyankirin” nirxand. Jinan ji bo vê nêzîkatiya Hakan Tartan jî wiha gotin: “Buyer barbariya mêran ya li hemberî jinan di dema bijartin û hilbijartinê de dide nîşandan. Bi vî awayî nirxandina bûyerê ya birêz Hakan Tartan cihê şermezarkirinê ye. Em dixwazin şideta şaredaran ya li ser xebatkaran bibe belge. Em carekedine di serî de bang li jinên li derdora mêrên şidetê kar tînin û hemû jinan dikîn. Em fikira xwe ya siyasî û bi her awayî gumanên xwe li aliyekê danîn. Em li hemberî şideta li ser jinan bibin yek zerer digihe kê (bavê me dibe ronahiya çavê me dibe) kî dibe bila bibe em xwe bigihînin yêk û li hemberî şidet, wehşet û barbariya mêran ya li ser jinan bibin yek deng.”
(zt)
