Bi hezaran welatî gihiştin Xelfetiyê
12:30
JINHA
RIHA – Bi boneya pîrozkirina rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji herêmê û tevahiya Tirkiyê bi hezaran welatî gihiştin Xelfetiyê.
Bi boneya pîrozkirina 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di bin pêşengiya TUHAD-FED’ê d ji herêmê û tevahiya Tirkiyê bi hezaran welatî ber bi Xelfetiyê ve ketin rê. Ji niha de bi wesîleya 10’emîn pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bi duruşma “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” gel herikîn navçeya Xelfeti ya Rihayê. Kurd di serî de ji navendên weke Îdir, Wan, Colemêrg, Erdîş, Sêrt û gelek navendên dinê ber bi navçeya Xelfetî ve ketin rê. Welatî bi kincên xwe yên netewî ketkine otobûs û wesayîtên bi wêneyên Abdulah Ocalan û pankartên weke “Rêwîtiya Rojê”, “Rojbûna te pîrozbe. Ey Serok ê netewî” û “Rojbûna te pîroz be, mîmarê aştiyê” hatin xemilandin. Wesayîtên ku bi flamayên kesk, sor, zer, wêneyên Birêz Abdulah Ocalan û pankartên bi sernivîsên renga reng wesayît xemilandin û ketin rê. Her wiha din ava wesayîtan de bi nîşana serkeftinê, sitiranên li ser Abdulah Ocalan hatîn gotin û durişmên weke “Bijî Serok Apo” jî welatî rengîniyek cuda didin rêwîtiye xwe. Li cihên ku navber tên dayîn jî welatî dîlanê digirin û bi gotinên weke “Serokê me ji bom e her tişte. Azadiya Serokê me ji bom e wesîleya jiyanêye.”
Di navbera Riha û Xelfetiyê de nebûna cihên lêgerê balkişand. Di ketina Xelfetiyê de erkdarên li wê formayên li ser wêneyê Abdulah Ocalan û nivîsa“Platforma Azadiya Serokatiyê” hatîn nivîsîn li xwe kirine bi wesayîtan re eleqeder dibin.
(zt)

