Bi hezaran rêwiyên Amarayê li Xelfetiyêne

16:40

JINHA


RIHA – Bi boneya 64’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji herêmê û tevahiya Tirkiyê bi hezaran welatî ketin li ser riya Xelfetiyê. Ji niha de bi hezaran welatî gihiştin Xelfetiyê. Li Xelfetiyê kon hatine vedan welatiyên ku gihiştine wê di konan de dest bi bernameyên renga reng kirine. Yek ji wan çalakiyan jî meşa ciwanan ya di nava konan de bi leşkerî meşek pêkanîn. Herwiha ji hindirê konan dengên “Bijî Serok Apo” bilind dibin. Jinên bi cil û bergên xweyên netewî beşdarî meşê bûyîn di nava konan de dest bi govendê kirine. Xelfetî bi posterên Abdulah Ocalan hatiye xemilandin. Hîna li qadê amadekarî berdewamin. Bi hezaran herikîna welatiyan ya nevçeyê berdewam dike.


Bi boneya 64’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji herêmê û tevahiya Tirkiyê bi hezaran welatî ketin li ser riya Xelfetiyê. Welatiyên ku bi saetan di rêde ber bi Xelfetiyê ve ketine rê, bi ketina Xelfetiyê de bi durişmên “Bijî Serok Apo” dikevin navçeyê de. Ji ber çalakiyên k udi nava qadê de tên kirin ji derveyî navçeyê cihê lênêrînê danîne û ji aliyê hêzin taybet ve venêrîn tê kirin. Li cihê ku polîs lêgerê dikin, hinek ji qomîta amadekar ji cîh digirin û Komîteya Amadekar alîkariya wesayîtan dikin û berê wan didin qadê. Wesayîtên ku dikevin qadê de bi posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan alayên PKK û KCK’ê her wiha bi panqartên bi sernivîsên weke “Rêwîtiya Rojê” hatine xemilandin. Welatiyên ku dikevin hindirê qadê hema ji wesayîtan derdikevin bi durişmên girêdana bi Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, PKK û KCK’ê ve diqêrin û dîlanê digerînin.


Ciwana jî dest bi meşa leşkerî kirin


Welatiyên ku jig elek navendên weke Îdir, Colemêrg, Manîsa, Edend, Sêrt, Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Şirnex û gelek navendên dinê ber bi meşa “Rêwîtiya Rojê” ve ketin rê û ji niha de gelek ji wan gihiştine navçeyê. Di bin pêşengiya Meclisa Ciwanên BDP’ê jig elek navendên herêmê û Tirkiyê bi hezaran ciwan ber bi Xelfetiyê ve ketin rê. Li qadê ciwana bi wesîleya rojbûna Abdulah Ocalan meşek leşkerî pêkanîn. Li gundê bi navê Yeşîlozen yê girêdayî navçeya Xelfetiyê bi hezaran ciwan kombûn. Ciwana bi hilgirtina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, alayên PKK û KCK’ê û flamayên YDG-H’ê meşiyan. Di meşa leşkerî de ciwanan gelek wêneyên  Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan yên berê û yê dawiyê li Îmralî kişandî hilgirtin. Ciwanan di meşê de panqarta ku posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, alayên PKK’ê û nivîsên weke “Ciwan fedayê Apo ne” hemû bi hev be kirîn vekirin. Meşê bi lêxistina dehol û zirneyan despêkir. Di meşê de duruşmên weke “Selav selav Îmraliye hezar silav”, “Rojbûna te pîrozbe ey Serok”, “An azadî an aşîtî şer şer şer”, “Ciwan fedayê Apo ne” hatin berzkirin. Ji despêka meşa ciwanan heta dawiyê li ser serê wan helîkopter digeriya. Dema ku ciwan ketin qadê de ji aliyê welatiyan ve biç epik û lîlandinan rastî eleqeyek mezin hatin.


Li qadê kon hatine vedan


Hîna herikîna welatiyan ya qadê berdewam dike. Li qadê konên weke konê Şirnex, Cizîr, Colemêrg, Gever, Wan û MEYA- DER’ê hatin vedan. Bi konan ve wêneyê welatiyên ku li Geverê bi guleyên polîsan hetine qetilkirin yên weke Bêmal Tokçu, Reşîd Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr û nivîsên weke “Lîce, Parîs, Gezî, Gever Berxwedan jiyane” hatin vekirin. Li qadê alayên PKK, KCK, YPG, YPG, YDG-H û PYD hatin hildan. Li qasdê posterê mezin yê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, wêneyên Mahsum Korkmaz (Egîd), Mazlum Dogan, Mehmed Karasungur, Hakî Kara, Çarên k udi berxwedana 14’ê Tîrmihê de bedena xwe dane ber agir, 3 jinên siyasetmendar yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, di sala 2011’an de yên kul i Herêma Federala Kurdistanê di bombardumanên hewayî de jiyana xwe ji dest dane yên weke Rustem Cudî, Çîçek Botan, Alîşêr Koçgirî û Turgut Gokalp (Delîl Botan) hatin hildan. Di qadê de rengînbûna cil û bergên jinan û xemla wan balê dikişîne. Her wiha li gel posterê mezin yê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan wêneyê 3 jinên siyasetmendar yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî cih girtin. Li ser çiqên  daristan ku di poster de cîh girtî jî navê kesên weke Sultan Yavuz, Fîdan Altun, Hanim Yaverkaya, Fîdan Yaverkaya û Berfîn Yetkîn cîh girtin. Her wiha konê ku 70 wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan têde cîh digire hat amade kirin.


(zt)