Rojbin Çetin: Em weke BDP buhara jinan dijîn
09:49
Hicret ÇİFTÇİ / JINHA
WAN – Di encama hilbijartinên herêmî de li navçeya Erdemîtan rêjeya dengên BDP’ê ji sedî 53,3 bû û bi serketin. Hevşaredara BDP’ê ya Erdemîtan Rojbîn Sevîl Çetîn got: “Em weke BDP bûhara jinan jiyan dikîn. Jinan bi xebat û tekoşîna xwe gavên berbiçav avêtine.” Rojbîn diyar kir ku hevserokatiyê rayên xwe avêtin û di hilbijartinan de rengên xwe nîşandane.
Hilbijartinên herêmi ya k udi tevahiya Tirkiyê de hat kirin û hîna bi îtirazên hinek partiyan berdewam dike. Di hilbijartinê de BDP’ê li navçeya Erdemîtan ya Wanê bi rêjeyek ji sedî 53,3 deng girtin û bi vî awayî derketin. Hevşaredara BDP’ê ya Erdemîtan Rojbîn Sevîl Çetîn hem di xebatên hilbijartinan de beşdarbûna jinan û hem jî serkeftinên pergala hevserokatiyê nirxand. Rojbîn da zanîn ku ji despêka xebatên hilbijartinan jin û ciwanan roleke gelek girting lîstine û kedek mezin dane. Rojbîn anî ziman k udi dema xebaten de di civînên gel de herdem hevserokatî tê çî wateyê û divê çî bê kirin nirxandine û wiha axivî: “Li hemberî pergala hevserokatiyê eleqeya gel û kelecanek mezin heye. Bi taybetî ev rewş li gel jinan zêdetir tê nîqaşkirin û dîtin.
‘Serkeftinên polîtk vegerîne serkeftinên civakî’
Rojbîn balkişand li ser piştevaniya gel ya ji bo hevşaredarên jin û wiha got: “Di geşbûna çavên jinan de me ew serkeftina polîtîk ya ku vegeriyaye serkeftina civakî didît.” Rojbîn destnîşan kir ku hevserokatiya ku BDP’ê despêkirî armanc ewe ku ji şaredariyê heta nava malê dewî li deshilatiyê bîne û jiyanek hevbeş avabikin. Rojbîn bilêv kir ku dengên ji sindoqan derketin diyar kirin ku gel pergala hevserokatiyê pejirandiye û wiha domand: “Me dît ku bi pergala hevserokatiyê rê bi jinan re hêzek mezin ya ewlehiyê daye çêkirin.”
‘Pergala hevserokatiyê cesareta jin dikarin pêşengiyê bikin da avakirin’
Rojbîn derbirî ku dem ali gundan û taxan civînên gel çêkirine jinan bi gotinên weke “Heger berê agahiya me hebûyana em jî dê bûbana namzetê” nêzdibûn. Rojbîn diyar kir ku cesareta jinan ya rolê pêşangiryê girtinê bi pergala hevserokatiyê re derket pêş û ruyê rojê dît û wiha berdewam kir: “Ev rewş hêj zêdetir dihêle ku jin din ava siyasetê de rolên giring bigirin. Pergala hevserokatiyê jî ji bo pêşdebirina vêye.” Rojbîn da zanîn ku hevserokatiyê rayên xwe avêtin û di hilbijartinan de rengên xwe nîşanda.
‘Bi rêveberiyên herêmî re vîna jinan derket pêş’
Rojbîn destnîşan kir kul i Erdemîtan ew hedef dikin îmza bavêjin binê gelek projeyên serkeftiyên jî bo jin û ciqanan. Rojbîn derbirî ku dê hemû projeyên xwe bi gel re derxînin û bi hev re bêxin meryetê. Rojbîn anî ziman ku hîna ji niha de di rêveberiyên herêmî de projeyên jinan derxistine û got: “Emê Erdemîtan bi destê jinan pêşbixin. Ji ber tevlîbûna civakî banorê li tevlîbûna siyasî jî dike. Tekoşîna ku jin dimeşînin tekoşîna vînêye. Ji ber van sedeman êdî jin dibin vîn.”
‘Jin bi tekoşînê gavên berbi çav di avêjin’
Rojbîn bilêv kir ku 3 mehan bi giştî jinan li gel BDP’ê xebat bi rê ve birin û wiha got: “Dema kum e didît jin li dibistanan û buroyên hilbiratinan li ser sindoqan nobet digirtin. Dema kum in wan jinan didît carekedinê min didît ku ji bo wan xizmetkirin çiqas giringe. Jin wke tovê k udi nava civakî de şax daye ye. Em weke BDP bûhara jinan jiyan dikîn. Jinan bi xebat û tekoşîna xwe gavên berbiçav avêtine.”
(zt)

