Sabîte Ekinci: Emê koçberiyê bidin rawestandin

10:43

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Di hilbijatinên 30’ê Adarê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê Sabîte Ekincî weke hevşaredar hat hilbijartin. Sabîte diyar kir ku pergala hevserokatiyê di nava civakê de jin kirine xwedî vîn û berpirsyarî.


Hilbijartinên herêmi yên ku qedera tevayî Tirkiyê ya 5 sala diyar dike di 30’ê Adarê de pêkhat û hîna lig elek navendan bi îtirazên hinek partiyan berdewam dike. BDP’ê bi pergala hevserokatiyê bi rêjeyek ji sedî 63,4 ya dengan navçeya Gimgimê ya Mûşê girtin. Hevşaredara BDP’ê ya Gimgimê da zanîn ku bi alîkariya gel wan kariye serkeftinê bi des xwe ve bînin. Sabîte ya ku salên demdirêj yên jiyana xwe ji Mûşê dur jiyan kirî destnîşan kir ku dê li Gimgimê dest bi pêvajoyek nû bike. Sabîte derbirî k udi hilbijartinê de weke namzet derketina wan ne suprîzbû, ji ber wan bi gel re din ava jiyanê de ji xwe ev diyar dikir ku dê bi serkevin.


‘Karê mey ê despêkê rawestandina koça mejiye’


Sabîte anî ziman ku ji bo Gimgimê projeyên wan yên mezin hene û wiha got: “Gelek welatiyên me yên ku ji ber sedemên siyasî û aborî koçî bajarên aliyê Tirkiyê û ji derveyî welat kirine hene. Bi taybetî jî ji bo rawestandina koçên ku sedemên wan aborîne emê bixebitin. Emê xebatên weke bazarên navxweyî û ji bo xwedîkirina ajalan jî kooperatîfan pêşbixin.” Sabîte diyar kir ku jinên Gimgimê xwediyê gelek hunerên weke karê destin. Sabîte da zanîn ku ji bo pêşdeberina aboriya Gimgimê emê li gel welatiyan bicivîn û bi hev re nêrînan pêşbixin û bêxin meryetê.


‘Li Gimgimê xebatnê bingehîn kêmin’


Sabîte anî ziman ku dê ji bo xizmetên civakî li Gimgimê falyetên xwe bêxin meryetê û wiha domand: “Li gorî ku Gimgim nêzî 90 salane bûye nevçe, lê hîna pêdiviyên wê yên sereke gelek kêmin. Li Gimgimê hîna pirsgirêka kanalîzasyon, rê û avê heye. Pirsgirêkek dinê hîna malên k udi erdheja Gimgimê ya  1966’an de ziyan dîtine hena û mirov têde dijîn. Armanca me ewe ku em ji van pirsgirêkan re bibin çareserî û xebatek baş bikin.” Sabîte balkişand li ser pirsgirêkên Santirala Hîdroelektrikê (HES) ê û wiha axivî: “Em dibêjin cihê şîn û navendên ekolojîk. Lê di van demên dawiyê de HES karên di aliyê ekolojî û civakî de tehlîke dike. Emê li hemberî avakirina HES’ê derkevin. Ji ber navçeya Gimgimê hîna dê gelek salên demdirêj bikare bijî. Her gava ku em di avêjin ne tenê ji bo niha, ji bo bi sed salan piştî niha jî em difikirin.”


Sabîte bilêv kir ku pergala hevserokatiyê di nava civakê de vîn û berpirsyarî daye jinan û berdewam kir: “Pergala hevserokatiyê dê di dema pêş de ji bo hevalên me yên jin weke mîrasekê bimîne û di jinan de hêza cewherî pêşbixe.” Sabîte diyar kir ku xala herî dawiyê di tekoşîna azadiya jinan de hatî avakirin pergala hevserokatiyêye. Sabîte da zanîn ku di rêya tekoşîna jinan de meşîn û rêxistinbûna jinan şansê herî mezin Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan daye jinan.


(zt)