Gultan: Serok Apo li ser vê axê weke rojekê hat dunyayê
12:45
JINHA
RIHA – Di 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan Hevşaredarê BDP’ê yê Mêrdînê Ehmed Turk axivî û di despêka axaftina xwe de ji Amara ber bi Îmralî ve silavên xwe şand. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî got: “Di serî de em û hemû gel di gelek aliyna de deyîndarê Serok Apo ne.” Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak jî got: “Serok Apo weke rojekê li ser vê axê hat dunyayê.”
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê di rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan de ji rêveberiya PÇDK’ê Zeynep Germyanî axivî û wiha got: “Em ji başurê Kurdistan tên, me silavê her kesê ji bo we anîne. Rojbûna Birêz Ocalan rojbûna gelê kurde. Rojbûn l ime tevan pîrozbe.” Ciwanan meşek bi meşaleyî pêkanîn. Ciwanan kincên leşkerî li xwe kirin û di destê wan de jî posterê Ocalan û alayên PKK û KCK’ê hene. Di meşê de ciwana duruşmên weke “Bijî Serok Apo” bilind dikirin. Fîşekên hewayî û meşaleyên ciwanan şev ronî kirin.
‘Heta Birêz Abdulah Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe’
Piştî meşê Hevserokê KCD’ê û di heman demê de Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ehmed Turk axivî. Ehmed balkişand li ser giringiya vê rojê ya ji bo gelê kurd û wiha domand: “Serokê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan li ser vê axa hatiye dunyayê. Ji bo jiyane azad û bi nirx em ji gundê Amara silavan dişînim Îmraliyê. Em rojbûna Birêz Ocalan pîroz dikin. Îro ji bo jiyanek azad û biromet gelê kurd li der dora Serokê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan kombûne. Heta azadiya Serokê xwe emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev rojbûn rojbûna gelê kurde. Li çar aliyê Kurdistanê gelê kurd li Serokatiya xwe xwedî derdikevin. Heta Birêz Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe. Ji bo jiyanek azad û bi romet gelê kurd her dem berxwedana xwe berdewam kirine. Berxwedan û serhildana me ji bo azadiya Birêz Ocalane. Carekedinê em silavên xwe ji bo Birêz Ocalan dişînîn.Em ji gelê kurd re serkeftinê dixwazin.”
‘Her kes neçare ji vê vînê re rêzdar be’
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî dayîk, ciwan û jin cuda cuda silav kir û wiha berdewam kir: “Ji nû ve rojbûna me pîroz be. Ev rojbûn ji nû ve rojbûna gelekê ye. 4’ê Nîsanê roja ronîkirina tariyê ye. 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojek gelek giringe. 4’ê Nîsanê roja gelê kurd rabûye li ser lingane. Gelê kurd îro roja Serokatiya xwe dîtin û bi nirxên xwe re yekbûnê pîroz dikin. Ji bo gelê kurd rastiya Serokatiyê ji nû de dayîkbûne. 4’ê Nîsanê ji nû de dayîkbûna gelekî heyî tune hatî hesibandine. Di vê roja dîrokî de ez vê berxwedana we pîroz dikim. Ji ber dema ku Serokê gelekê ne azad be, Ew gel jî ne azade. Ev meşa we meşa azadiya Serokatiya meye. Her kes neçare rêzê ji vê vînê re bigirin. Emê bi hev re azadiya Serok Apo bînin. Em çareseriyê di azadiya Serok Apo de dibînin. Di serî de em û hemû gel di gelek aiyna de deyîndarê Serok Apo ne. Azadiya Serok Apo azadiya meye. Serok Apo berpirsiyariyên mezin daye ser milê me hemûyan. Ji bo azadiyek bi romet û mayînde emê hêj zêdetir tekoşîna xwe bilind bikin. Aştî ji şer zortire.”
‘Em aştiyê ji AKP’ê hêvî nakin’
Aysel balkişand li ser berpirsiyariyên dîroki yên ku di Newerozên 2013 û 2014’an de Birêz Ocalan dayî li ser milê xwe û wiha berdewam kir: “Azadiya Serokê me ji nav çar dîwaran deyînê meye. Ez dixwazim ji vê derê çend tiştan ji bo AKP’ê bêjim. Vî gelî vîna xwe daye Serokatiya xwe û azadiya Serokatiya xwe. Aqilê xwe bînin serê xwe. Bi yek alî nabe. Ji niha û pêde bi vî awayî bi rêve naçe. Ji bo aştiyek mayînde divê despêkê pêvajoya muzakereyan despê bike. Bi yek alî berdewam kirina pêvajoyê ne gengaze. Hevalên hêja em aştiyê ji AKP’ê hêvî nakin. Emê bi keda xwe û vîna xwe ya azad vê bi ser bixin. Ez rojbûna hemû gelê me 4’ê Nîsanê pîroz dikim. An azadî an azadî.” Din ava axaftinên Aysel de dem dem dengê durişmên weke “Bijî Serok Apo” ji nava gel bilind dibûn.
Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak jî welatiyên ku ji hemû bajaran hatîn li wê meydanê li hev civiyayîn silav kir û wiha axivî: “Em îro rojbûna hemû Kurdistanê pîroz dikîn. Rojbûna me hemûyan pîroz be. Serok Apo li ser vê axê weke rojekê hat dunyayê. Vê rojê hemû gelê me ronî kir. Vê rojê hemû Rojhilata Navîn ronî kir. Serok Apo ne tenê gelê kurd dixwaze hemû gelên Rojhelata Navîn yên weke ereb, suryanî, ermenî û hemû gel azad bibin û ji bo azadiya wan têdikoşe. Serok Apo Serokek yê azdiyêye. Em ji vê derê rojbûna Serokê xwe pîroz dikîn. Jinên bedew bê goman di serî de serokatî rêya me jinan ronî kiriye. Ez li vê derê jinên weke Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Rahşanan û hemû jinên ji rêya azadiyê ya Serok Apo bawerkirîn û di wê riyê de çune bi rêzdarî bi bîr tînim. Jinên bedew em li vê derê azdiya Serokê xwe weke deyînê xwe dibînin.” Dem dem jinan bi lîlandinên xwe axaftinên Gultan dibirîn. Gultan ji bo Rojava jî silav şand û got: “Rojava şoreşa gelane. Şoreşa Serok Apo ye. Silav ji bo Rojava. Piştî hilbijartinan gelê mey ê Rihayê hinek xemgînin. Gelê mey ê Serêkaniyê li ber xwe didin. Hemû Kurdistan li bişta Rojavane. Ev meşa azadiyê gihaye astek wiha ku êdî dê Serok Apo bi vê tekoşîna we azdbibe.”
Piştî axaftinan fîşegên hewayî hatin avêtin û heta serê sibê pîrozbahiyan berdewam kir.
(zt)

