Bi deh hezaran ber bi Amara ve meşiyan

13:20

JINHA


RIHA – Bi boneya 65’emîn rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi hezaran welatiyên ku li Xelfetiyê kombûne ber bi Amarayê ve ketin meşê. Di meşê de panqartekm mezin ya bi sernivîsa “Giherîna civakî dê bi 65’emîn sala azadiya Serok Apo be” hat vekirin.


Li Qada 4’ê Nîsanê ya Navçeya Xelfetiyê bi boneya rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan heta serê sibê bi çalakiyê cihêreng pîrozbahî berdewam kirin. Bi deh hezaran welatiyên ku li qadê pîrozbahî berdewam kirin bi serê sibê re ber bi Amara ve ketin meşê. Panqartek mezin ya bi sernivîsa “Guherînên civakî di salvegera 65’emîn de dê bibe sala azadiya Serok Apo” hat vekirin. Welatî 15 kîlometre meşiyan. Di meşê de jinên bit emen jî li wesayîtan siwar nebûn. Welatiyan di meşê de kincên renga reng li xwe kirine û di destê wan de jî posterê Abdulah Ocalan û alayên PKK û YPG’ê hene. Her wiha welatiyan di meşê de posterên du ciwanên di 4’ê Nîsana sala 2009’an de di meşa Amarayê de li navbera Xwelfetî û Bêrecukê de bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin hildan.


Rê têra bi dehezaran welatiyan nekir  


Di meşê de welatiyan dem dem duruşmên weke “Bê Serok jiyan anbe”, “Emê cîhanek bê Ocalan di ser we de hilweşînin”, “Rojbûna te Pîroz be Ey Serok Apo”, “Ciwan fedayê Apo ne” û “Erdogan kerdogan tu qurbana Ocalan” hatin bilind kirin. Di ketina gund de bi malên gundiyan ve wêneyên Abdulah Ocalan û alayên PKK’ê bal kişandin. Her wiha welatiyên gund li meşvanan ça û nan belav kirin. Bi dih hezaran welatiyên ku ketibûn meşê gihiştin mala ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan tê de çavên xwe li dunyayê vekirî.


(zt)