‘Di butçeya serdest de dîsa jin nîne’
10:55
Hulya ADIYAMAN - JINHA
ENQERE - Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, diyar kir ku di sala 2012’an û ji bo sala 2013’an ji bo jinê û ekolojiyê butçeyeke taybet nehatiye veqetandin. Nursel, destnîşan kir ku çawa di mijara jinê di Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî de tê nirxandin, butçeyeke taybet ji bo jinê nîne, bûtçeyek ji bo Wezareta Polîtîkayên Civakê û Malbatî hatiye veqetandin.
Parlamenter BDP’a Amedê Nursel Aydogan, daxuyand ku di butçeya 2013’an dê dîsa heman nêzîkatî derket holê û ji bo jinê butçeyek taybet nehate veqetandin. Nursel Aydogan, got ku her tim bi heman ferasetê nêzî jinê dibin û jinê wekî welatiyên muhtac dinirxînin.
Nursel, bal kişand ser nêzîkatiya li hemberî jinê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji ber ku jin serbixwe nayê nirxandin, wekî malbatî tê nirxandin. Xizantiya jinê jî nayê dîtin, li gorî feraseta zayendiya civakê digirin dest û di çarçoveya malbat û polîtîkayên civakî tê nirxandin. Ji ber vê nêzîkatiyê jî rewşa jinê welatiyek muhtac tê dîtin, ji bo malbat bi hêztir be divê alîkarî ji bo malbatê bê dayîn tê dîtin. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî jî ji bo jinê û jinên xizanî butçe vediqetinin. Ji bo wekheviya zayendî, civakî, siyasî, çandî û aborî polîtîka û butçeyeke taybet nîne. Ji ber vê jî navê wezaretê guherî û bû Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî.”
Nursel, daxuyand ku di butçeya 2013’an dê dîsa heman nêzîkatî derket holê û ji bo jinê tiştek nehat kirin. Aydogan, got ku di sala 2012’an de butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê 8.8 milyar TL bû, ji bo butçeya sala 2013’an jî 14.7 milyar TL hat zêdekirin lê dîsa bi heman ferasete nêz dibin, jinê wekî welatiyên muhtac dinirxînin. Aydogan got ku wekî her car dîsa jin nehatin dîtin.
‘Ekolojî li derveyî butçeyê ma’
Aydogan di axaftina xwe de bal kişand ser butçeyên din û destnîşan kir ku ji bo ekolojiyê jî butçeyeke taybet nehate veqetandin û wiha pê de çû: “Wezareta Daristan, Derdor û Bajarvanî bû Wezareta Karê Av û Daristanê. Ev feraset jî nîşan dide ku polîtîkayeke taybet ji bo ekolojiyê nîne û di nîqaşên butçeyê de jî ev tişt derket holê. Ji bo ekolojiyê butçe û polîtîkayek taybet nehate afirandin.”
‘Di veqetandina butçeyê de bê edaletî’
Nursel, qala bê edaletiya veqetandina butçeyê kir û da zanîn ku kesên ku li derve Tirkiyeyê meze dikin dizane ku Tirkiye bi navê parastina welat butçeyek şer diafirîne. Aydogan wiha axivî: “Dewletên civakî û hiqûqî tenê ji bo perwerdê, tenduristî, ekolojî û cudakariya pozîtîf a jinê butçe vediqetine. Lê li Tirkiyeyê ne wisaye butçeya herî mezin ji Wezareta Karê Hindûrin û Parastina Netewî re tê veqetandin. Di sala 2012’an de 18.2 milyon TL ji bo Wezareta Parastina Neteweyî hatibû veqetandin û dê ji bo sala 2013’an jî 20.3 milyon TL hat veqetandin. Butçeya sala 2013’an jî wekî sala 2012’an bû butçeyeke şer.”
‘Ji bo şer û diyanetê butçe…’
Nursel Aydogan daxuyand ku tişta herî balkêş jî di butçeya sala 2013’an de jî butçeya ku ji bo Wezareta Karê Diyanetê hatî veqedandine. Aydogan got ku di sala 2012’an de 3 milyar 891 milyon lira bû lê sala 2013’an de butçeya diyanetê bû 4 milyar 604 milyon lîra, butçeya ku ji bo tenduristî, perwerdê, teknolojî, turzm, aborî jî li hemberî bûdçeya Wezareta Karê Diyanetê qels ma. Aydogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi giştî butçeya sala 2013’an bû butçeyek şer. Butçeya ku ji bo pêşketina welatekî ev qas girîng ji bo şer û diyanetê hat veqetandin. Projeya 4+4+4 ji bo feraseta diyanetê hate pêşxistin, perwerdeya bê pere û perwerdeyeke bi qelîte dê pêşnekeve.”
parlamenter Nursel Aydogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nîqaşên butçeyê de parlamenterên jin pirsname û pêşniyarên ji bo sererastkirina butçeyê de nêrînên xwe neanîn ziman. Wekî her car em wekî parlamenterên BDP’ê helwesta xwe nîşan da.”
(gk/la)

