Jin: Divê êdî Serokê me azad bibe

14:32

JINHA


RIHA – Bi boneya 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdula Ocalan bi deh hezaran welatî herikîn Xelfetiyê. Jinên ku bi kincên renga reng herikîn qadê azadiya Ocalan xwestin. Jinan diyar kirin ku tenê dexwaza wan azadiya Abdulah Ocalane û gotin: “Divê êdî Serokê me azad bibe û em din ava xwe de bibînin. Divê êdî kes vîna vî gelî tune ne hesibîne. Em li vê derêne û emê heta dawiya nefesa xwe ji bo azadiya Ocalan biqêrin.”


Bi wesîleya 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdula Ocalan bi deh hezaran welatî ji bajarên herêmê û Tikiyê herikîn Xelfetiyê. Jinên ku ji her derê herêkîn Xelfetiyê heta dewiya çawiya çalakiyan azadiya Abdulah Ocalan diqêriyan. Mexbule Aksoy ya ku bi armanca rojbûna Serokê PKK’ê Abdula Ocalan hatî Xelfetiyê wiha got: “Em ji bo rojbûna Serok Apo hatine li vêderê. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê ji bo azadiya Serok Apo tekoşînê bikin. Heta azadiya Serokatiyê emê tekoşîna xwe berdewam û bilind bikin.”


‘Em bi milyonan mirov azadiya Serokatiya xwe dixwazin’  


Yildiz Aksu jî da zanîn ku herî zêde jinan ji bo azadiya Abdulah Ocalan tekoşîn kirine û wiha domand: “Em jin û ciwanên kurd bi giştî li vêderê kombûne. Di dema azadiya Serokê xwe de cardin emê li vêderê bin û li gel Serokê xwe vê rojê pîroz bikin.” Taybet Aksu ya ku bi tevî malbata xwe bi wesîleya rojbûna Abdulah Ocalan hatine Xelfetiyê jî anî ziman ku tenê armanca  wan azadiya  Abdula Ocalan û pejirandina vîna gelê kurde û wiha berdewam kir: “Divê êdî Serok Apo din ava me de be. Em bi milyonan azadiya Serokê xwe dixwazin û ji bo azadiya Kurdistanê diqêrîn. Divê êdî dewlet dengê vî gel bibihîsin û vîna vî gelî bingeh bigirin.”


‘Divê êdî hikumet gavnê ber bi çav bavêjin’


Rabîa Bakir ya ku ji Edeneyê jî hatî bilêv kir ku ew ji bo yekbûna gelan hatiye tevlî vê pîrozbahiyê bûye û wiha got: “Divê êdî Serokê me azad bibe û din ava mede be. Divê êdî hemû gel bibin yek û êdî tu dayîk negirîn. Bila Serok Apo bigihe azadiya xwe û tu dayîk ne girîn. Bila êdî kes vîna vî gelî tune ne hesibînin. Em li vê derêne û emê heta dawiya nefesa xwe ji bo azadiya Ocalan biqêrin. Serokê me pêvajoyek ya çareseriyê da despêkirin, lê hikumetê gavên pêwîst ne avêtin. Ev pêvajo yek alî nameşe. Em dixwazin ku êdî hikumet gavên pêwîst bavêjin. Bila êdî cenaze neyên û ciwanên me jiyana xwe ji dest nedin.”


 (zt)