Hişmendiya mêran ya qirêj êdî jinan di xewê de qetildikin

14:55

JINHA


HESEKÊ– Li bajarê Hesekê mêrekê guleyek li hevsera xwe xist û di xew de kuşt.


Hat hînbûn ku kesê bi navê E. E yê ku karmendê Nexweşxaneya El- Weteniyê û li taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê jiyan dikir. Şevê din bi guleyekê li hevsera xwe ya bi navê F. M  xist û di xew de kuşt. Her wiha F. M dayîka 4 zarokane. Li gorî hat ragihandin ku E. E. dema ku ji karê xwe di saetên berbangê de li gel hevalekî xwe vegeriya mala xwe û ji bo paşê bike hinceta namûsê  hevsera xwe F. M. Kuştiye.


Hat hînbûn ku F. M. gelek caran ji ber hovîtiya hevserê xwe reviyaye û çuye malbata xwe lê tu kesê guh nedaye pirsgirêkên wê.