Aygul Bidav: Di hilbijartinê de jin bi serketin

09:35

Hicret ÇİFTÇİ / JINHA


WAN – Aygul Bidav ya ku bi pergala hevserokatiyê ketî hilbijartinên 30’ê Adarê û bi rêjeyek ji sedî 48,2 dengan di Şaredariya Îpekyoluyê de bi ser ketîn. Aygul encamên hilbijartinan nirxand û diyar kir k udi hilbijartinan de jin bi serketine û got: “Di encamên hilbijartinan de me dît ku; vî gelî deriyê xwe ji yên ku zilmê dikin, yên ku qapên solan tijî dikin, dizan, bê wijdanan, yên ku gel ji  gundê wan der dixin û ji axa wan diqetînin re girtine.”


Aygul Bidav ya k u bi salên demdirêj din ava tekoşînê de cîh girtiye, di gelek xebatan de cîh gertiye. Di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de weke berendam BDP’ê xwe danîşan. Li navenda Wanê navçeya Îpekyoluyê bi rêjeyek 48,2 dengan bi serketî derketin.  Hevşaredara BDP’ê ya Îpekyoluyê Aygul hilbijartinên ku hîna li ser nîqaş berdewam dikin nirxand. Aygul di despêka axaftina xwe de sipasiya her kesên ku keda wan di vê hilbijartinê de derbasbûye kir. Aygul da anîn k udi serî de jinan û hemû gelê Îpekyoluyê bi şev û roj li gel wan xebitîne, ji ber wê jî ew minedarê wanin û wiha got: “Em bi gel re lig undan û taxan mal mal geriyan û me xebatek baş birêve bir. Heger îro em bi serketine, ev serkeftin bi taybetî a jinan û hemû gelê meye. Jin û ciwan bi şev û roj li gel me di xebitîn.”


‘Emê hişmendiya şaredariya kilasîk hilweşînin’


Aygul destnîşan kir ku Îpekyolu navçeyek nûye û bi vî awayî emê pir baş lê xwedî derkevin. Aygul anî ziman ku dê bibin layêqê keda gelê xwe. Aygul derbirî ku bi durişma “Bi Rêveberiya Xaser ber bi Nasnameya Azad ve” ketin hilbijartinê û dê niha jî li ger encmên serkeftî bi hişmendiya şaredariyek şafaf xebatên xwe bikin. Aygul bilêv kir ku dê weke şaredariya BDP’ê ya Îpekyoluyê hişmendiya berê ya şaredariyan hilweşînin û bi hişmendiyek nûjen ji nû ve bi afirînin û wiha berdewam kir: “Weke dipêvajoya xebatên hilbijartinan de, emê piştî hilbijartinan jî li gal gelê xwe bin û bi hev re bixebitin. Emê cardin bi hev re li nava gundan û taxan bigerin. Emê hişmendiya şaredariya kilasîk û merkezcî hilweşînin û li gel gelê xwe hem biryaran bigirin û hem jî bi hev re bixebitin. Emê bi hev re hem projeyan pêşbixin û hem jî bi hev re bêxin meryetê.”


‘Li gel hemû zoriyan jî cardin gelê me bi serketin’


Aygul wiha dewamî da axaftina xwe: “Di dema hilbijartinan de me zoriyên mezin kişand. Îpekyolu hilbijartinek gelek zor derbaskir. Em bûn şahidê gelek zoriyan. Du rojan hiljamrtina dengan berdewam kir. Hinek welatî l imin di geriyan di gotin: ‘Li Enqere û Stenbolê hijmartin çima hîna li Îpekyoluyê berdewam dike?’ Bê guman me zoriyên mezin jiyan kirin. Em rastî torbeyên dengan yên vekirî hatin. Em li gel parlement û şaredarên xwe du rojan li Edliyê li benda jimartina dengan man.  Li gel hemû zoriyan jî cardin bi durişma ‘Bi Rêvebariya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve’ hêviya me ya aştiyê û gelê me bi serket.”


‘Bi biryarbûna jinan dê bandorê li hilbijartinên giştî jî bikin’


Aygul diyar kir k udi hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de jinan serkeftinek mezin bi dest xistine. Aygul da zanîn ku jin hem li Îpekyoluyê û hem jî di giştî hilbijarinan de bi ser ketin. Aygul hemû jinên beşdarî hilbijartinan bûne û hevşaredar pîroz kir û wiha got: “Biryarbûna ku jinan di tevahiya tekoşînê de nîşandane, di hilbijartinê de jî xwe da nîşandan. Ev biryarbûn û serkaftina jinan dê di hilbijartinên parlementeran de jî xwe bide nîşandan.” Aygul bilêv kir ku gelê kurd di hilbijartinê de ketibûn pêvajoyek ya seferberiyê û wiha domand: “Kedek mezin ya dayîkên aştiyê, mela, ciwan, rêvebarên navend û navçeyan û hemû gel di vê hilbijartinê de çêbû. Di encamên hilbijartinan de me dît ku; vî gelî deriyê xwe ji yên ku zilmê dikin, yên ku qapên solan tijî dikin, dizan, bê wijdanan, yên ku gel ji  gundê wan der dixin û ji axa wan diqetînin re girtine.”


(zt)