‘Breton û Kurd dostên hev yên 30 salanin’
11:10
Derya CEYLAN - Sarya GOZUOGLU / JINHA
AMED – Endama Komeleya Dostên Kurdan yên Bretonya Anne Sophie Deleteng diyar kir ku ew piştevaniya tekoşîna jinên kurd ya li herêmê û Ewrupayê dikin û got: “Tevgera kurd û Breton xwediyê dostaniyek 30 salane. Ji ber vê sedemê em piştevaniya dostên xwe yên kurd yên li Ewrupane dikîn. Ji bo dîtina qatîlên 3 jinên kurd yên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez em zoriyê li ser Hikumeta Firansa dikîn û emê berdewam bikin.”
Endamên Komeleya Dostên Kurdan yên Bretonya yên kul i herêma Bretonya ya Firansa dimînin her sal bi boneya dostaniyê tên Amedê. Îsal jî weke her salê bi armanca dostaniyê hatin Amedê û dostên xweyên kurd ziyaret kirin. Şandeya Breton li hemberî pisgirêkên kurdan yên siyasî, civakî û aborî baldarbûnê nîşandidin. Her wiha ji bo dîtina qatîlên 3 jinên kurd yên siyasetmendar yên k udi 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî din ava hewildanan denin. Di heman demê de ji bo ronîkirina bûyerê din ava “Komusyona Heqîqet û Lêkolînê” de cîh digirin û ji bo ronîkirina cînayetê tekoşînê dikin. Endama Komeleya Dostên Kurdan yên Bretonya Anne Sophie Deleteng da zanîn ku ji bo ronîkirina bûyera qetilkirina 3 jinên siyasetvanên kurd, dîtin û darezandina qatîlan ew tekoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: “Divê hem Firansa faîlên bûyerê diyarbikin û hem jî li gel malbatên her 3 jinan bicivin. Ji ber van sedeman me talep kir ku Serok Komarê Firansa Françis Hollande bi malbatan re hevdîtin bikin.”
‘Ji bo ronîkirina qirkirina Parîsê em li meydanan diqêrin’
Anne anî ziman kul i Firansa ew bi hinek komeleyan re hatine bahev û wiha domand: “Me ‘Komisyona Heqîqet û Lêkolînê’ avakiriye û em dozê ji nêz ve bişopînin. Li gel şopandina dozê jî ji bo dîtina qatîlên 3 jinên kurd yên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez em li qadan diqêrin.” Anne destnîşan kir ku divê li piş qatîlê 3 jinên siyasetmendarên kurd kî hene derkevin holê û wiha berdewam kir: “Di dawiyê de me weke komale di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji bo ronîkirina qetilkirina Sakîneyan bi durişma ‘Me 3 Jinên Siyasetmendarên Kurd ji bîr nekirine û emê ji bîr nekin’ li her derê dest bi xebatên xwe kirine û emê van xebatên xwe berdewam bikin.”
‘Me taleba bi Serok Komarê Firansayê re hevdîtin kiriye’
Anne derbirî ku di kovara mehane ya ku ji aliyê Komeleya Dostên Kurdan yên Bretonya ve tê derxistin de di her hijmarê de Sakîne wana bi bîrtînin. Anne diyar kir ku divê hikumeta Firansa bi malbatên 3 jinên hatîn qetilkirin re runin. Anne da zanîn ku wan weke komele ji ber van sedeman talep kirine ku Serok Komarê Firansa Françis Hollande bi malbatan re hevdîtin bikin û wiha pêde çu: “Her çarşem dibin pêşengiya rêveberên Tevgera Jinên Kurd ya li Firansa de di meşin û di meşê de telebên malbatan tînin ziman.” Anne destînşan kir ku ji bo François hevdîtinê bi pejirîne ew li nava kolanên Firansa meşê dikin û bala raya girştî dikêşin li ser hevdîtinê.
‘Emê her demê li gel kurdanbin’
Endama Komeleya Dostên Kurdan yên Bretonya Laelilia Bousier jî balkişand li ser qirkirina li Parîsê û wiha got: “Em pir baş di ferqa wêdenin ku qetilkirina Sakîne wan qetilkirinek ji rêzê nîne. Ji ber vê jî em di biniya komeleyê de dem dem girêdayî mijarê konferansan amade dikîn. Endamên ku tevlî konferansê jî dibin, li ser mijarê em wan agahdar dikîn û banga baldarbûn û hestiyariyê li wan dikîn. Em qirkirina hem weke êrîşekê li ser rêxistinê dibînin û hem jî weke şideteke mezin li hemberî jinan dibînin.” Laelilia diyar kir ku dê her dem li gel kurdan bin.
‘Divê faîlên cînayetê bên dîtin’
Endamekdinê ya heman Komeleyê Marie Brigilk Dui Gov jî da zanîn ku divê Serok Komarê Firansa Françis Hollande bi malbatên 3 jinên siyasetmendarên kurd re hevdîtin bike. Marie anî ziman ku heger Serok Komarê Firansa Françis Holland bi malbatan re hevdîtin bike, ev dê bibe gavek ji bo dîtina qatîlan jî û wiha berdewam kir: “Heta niha di her çalakî û bangên me yên ji bo ronîkirina bûyerê de Hikumeta Firansa bi gotinên weke ‘Ev lêpirsîn hîna berdewam dike’ bersivê didin me. Heger faîlên cînayetê diyar kirin, dê lêpirsînê jî berdewam bikin. Divê berî hertiştî faîl bên diyar kirin.”
‘Ev 30 sale em li gel kurdan dostin’
Marie anî ziman ku Tevgera Kurd û Breton xwediyê dostaniyek 30 salane û wiha got: “Em li gel hinek saziyên herêmê bi salane dinava hevpeyman û dostaniyekê denin. Bi taybetî jî em bi jinên Atolyeye Kîlîman ya li Colemêrgê re bi salane bi hev re dixebitîn. Ev jinên k udi atolyeya kîlîman de dixebitin, jinên ku bûne mexdurê şerê li herêmê tê meşandin û jinên bê cîh û bê welatin.” Marie bilêv kir ku ew heyranê baldarbûna jinên kurdin. Marie diyar kir ku jinên kurd xwediyê vînek bihêzin, çî dibe bila bibe tekoşîna xwe berdewam dikin û bi vê helwesta xwe ji jinên cîhanê re bûne mînak.
(zt)

