Li Agiriyê ji nû de jimartina dengan berdewam dike
11:31
JINHA
AGIRÎ – Di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de BDP’ê bi ferqek ya 10 dengan qazanckir. AKP’ê 15 caran îtirazkir û ji nû de deng jimarin. Di cara 15 an de êdî derdora bajêr girtine û bi tundiyek mezin dengan dihijmêrin.
Di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de BDP’ê Şaredariya Agiriyê bi dest xistin. Ji ber vê serketina BDP’ê AKP nizane dawî li îtirazan bîne. Li gel ku di her îtirazê de BDP bi ser ket jî lê cardin cara 15’an jî AKP’ê îtiraz kirin. Li bajar tundiyek mezin heye. Ev du rojin derdora bajar girtine, ketin û derketina bajar qedexe kirine. Ji Stenbol polîs sewqî bajêr kirine. Di bin vê tundiyê de dengan ji nû ve cara 15’emîn dihijmêrin. BDP yî jî ji bol i dengên xwe xwedî derkevin li derdora Ediliyê nobetê digirin.
Navenda Agiriyê ya ku bi tundî hatî girtin ji şevêdinê heta niha ji 196 sindoqan tenê 8 sindoq jimanrtine. Ji dengên ku hatine jimartin cardin BDP li pêşe. Bi armanca xwedîderketina li dengan ji her du partiyan jî du muşahît weke nobedar li wêne û dikari bikevin ediliyê û derkevin. Ji derveyî muşahîdan ketina Ediliyeyê qedexeye.
Hijmarina dengan berdewam dike.
(zt)

