Bi boneya rojbûna Abdulah Ocalan li Silêmaniyê dar hatin çandin
11:47
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê 65 emîn salvegera rojbona Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin.
Bi dehan kes tevlî çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê ve hatî orgenîzekirin bûn. Beriya şahiyê welatiyan dar çandin û piştre şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de peyamên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê û TEV-DEM'ê hatin dayîn. Li ser navê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna fikir û ramanên azad ên li dijî sîstema desthildariyê ne. Hiso rola Ocalan di pêşxistina fikir û ramanên siyasî yên hemû gelê Kurdistanê û kurdên Rojava bi taybet bibîr anî û got ku îro şoreşa Rojava hêmanê xwe ji fikir û felsefeya Ocalan girtiye.
Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.
(zt)
