Xizmên wendayan xebatkarên tenduristiyê yên hatine qetilkirin bibîranîn
16:32
JINHA
AMED – Şaxa ÎHD’ê û xezmên wendayan her hefte bi duruşma “Bila winda bên dîtin û kurjer bên darezandin” çalakiya runiştinê li dardixin. Îro jî di hefteya 269’emîn de çalakiya xwe li darxistin û xebatkarên tendurustiyê yên di salên 90’î de wendabûyî bi bîranîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û di axaftina xwe de bal kişand li ser hevdîtinên bi Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û got: “Heger şertên jiyana muhatabê pirsgirêkê Birêz Abdulah Ocalan neyê başkirin dê pêvajo baş bi rêve neçe.”
Şaxa ÎHD’ê û xezmên wendayan her hefte bi duruşma “Bila winda bên dîtin û kurjer bên darezandin” çalakiya runiştinê li dardixin. Îro jî di hafteya 269’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyolê çalakiya runiştinê li darxistin. Di çalakiyê de panqarta bi sernivîsa “Ew di demak bê wext de ji malê hatin girtin û carekedinê venegeriyan” hati vekirin. Herwiha wêneyên kesên k udi salên 90’î de hatîn wendakirin û zarokên li herêmê hatine qetilkirin hatin hildan. Di çalakiyê de xebatkarên têndiristiyê yên ku di despêka salên 90’î de hatî qetilkirin hatin bibîranîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên Şaxa ÎHD’ê yên Amedê, rêveber û endamên SES’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê û rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’ê jî dinav de gelek xizmên wendayan û endamên mafê mirovan amadebûn.
‘Hete ku em wendayên xwe nebînin emê vê tekoşîna xwe berdewam bikin’
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û da zanîn ku ev hafteya 269’emîne ew çalakiya xwe li dar dixin û heta wendayên wan neyên dîtin dê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Racî anî ziman ku li gorî ev hafteya 269’emîn ew çalakiyê li dar dixin jî lê heta niha ji bo dîtina wendayan dewletê tu gav ne avêtine û wiha got: “Heta em wendayên xwe nebînin emê vê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li her kesên kul i herêmê û tevahiya Tirkiyê de kesên ku hevserê xwe, zarokên xwe her çî xizmên xwe wendakirine bila bên tevlî çalakiya me bibin. Werin tevlî vê herêmê bibin û li wendayên xwe xwedîderkevin. Em bi dengerkî bilind li wendayên xwe bigerin.”
‘Ev daxuyanî xizmeta vê pêvajoyê nake’
Racî balkişand li ser pêvajoya çareseriyê û daxuyaniya Serokwezîr û wiha domand: “Divê li pêvajoya ku ji aliyê Birêz Abdulah Ocalan ve hatiye despêkirin xwedîderkevin û vê firsendê baş binirxînin. Lig elek aliyên cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî çawan hatine çareser kirin, divê pirsgirêka kurd jî bi wî awayî bê çareserkirin. Heta ku rewşa muhatabê pirsgirêkê bi awayek yasayî neyê runiştandin û şertên jiyana wî neyên başkirin dê pêvajo baş birêve neçe.”
Xebatkarê tenduristiyê yê ku hatî qetilkirin hat bibîranîn
Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Ramazan Kaval jî xebatkarê tenduristiyê yê k udi despêka salên 90’î de hatî qetilkirin bibîranî. Ramazan diyar kir k udi salên 90’î de ji ber wan din ava saziyên sivîl de xebata xwe dikirin gelek hevalên wan hatin qetilkirin û wendakirin. Ramazan da zanîn ku dê her demê xebata hevalên xwe yên hatine wendakirin û qetilkirin berdewam bikin. Ramazan destnîşan kir ku hevalên wan yên weke Şêxmus Akincî, Dr Mehmed Emîn Ayhan, Hamît Pamuk, Dr Zekî Tanrikulu, Necatî Aydin, Veysî Sizlanan û Îkram Damlayici yên ku xebatkarên tenduristiyêbûn û hatin qetilkirin, çêroka awayê qetilkirina wan û tekoşîna wan hat vegotin.
Piştî axaftinan ji bo 7 xebatkarên tenduristiyê yên hatine qetilkirin û hemû wendayan 5 deqe çalakiya runiştinê hat li darxistin. Paşê jî çalakî bi dawîbû.
(zt)

