Xwendekara 9 salî bi guleyeke kor jiyana xwe ji dest da

16:37

JINHA


HELEB – Zaroka bi navê Aye Qasim di hewşa dibistana Entiwan Eswed a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de, bi guleyeke ku nahet zanîn ji kîjan alî ve hatiye, hate kuştin.


Hate ragihandin ku îro zarokeke bi navê Aye Qasim li hewşa dibistana Entiwan Eswed a taxa Şêxmeqsûd bi guleyeke ku hate gotin ji aliyê taxa Eşrefiyê ve hatibû avêtin û li serê wê ket, jiyana xwe ji dest daye.


Dayîka Aye Qasim a 9 salî ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û bi malbata xwe re li Şêxmeqsûd rûdinişt. Aye di rêza sêyemîn ya dibistana seretayî de bû.


Hêjayî gotinê ye heta niha bi hezaran welatiyên sivîl û zarok ji ber şerê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de hatin kuştin.