Li Bismîlê bi boneya Rojbûna Abdullah Ocalan 500 dar hatin çandin
16:56
JINHA
AMED – Bi boneya 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li Bismîlê ber perava Çemê Dîcleyê 500 dar hatin çandin.
Li Navçeya Bismilê ya amedê bi wesîleya 65’emîn salvegera rojbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li ber perava Çemê Dîcleyê dest bi çandina daran hat kirin. Li ser 10 donim axa li ber peravên Çemê Dîcleyê dest bi çandina daran hat kirin. Di çandina daran de Hevşaredarên Bismîlê Cemîle Emînoglu û Resul Sari, rêveberên BDP’ê yên navçeya Bismîlê, endamên Meclisa Şaredariyê yên kevin û nû jî di anv de bi dehan welatî tevlî çandina daran bûn. Welatiyan li ser axa hatî diyarkirin 500 darê çamê çandin. Her wiha li ber çandina daran re jî welatiyan dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo” bilind dikirin.
(zt)

