Jin ji bo bajarê avahîsaziya jinê kom bûn

13:26

JINHA


MÊRDÎN – Endamên Komîsyona Jinan a Odeya Plansaziya Bajêr di çarçoveya projeya “Keda bê sînor a jine” ya şaredariya Nisêbînê kom bûn û ji bo îmara bajêr nêrînên xwe anîn ziman.


Di çarçoveya projeya şaredariya Nisebînê ya bi navê “Keda bê sînor a jine” de xebatên bajêrvaniya jinê dest pê kir. Endamên Komîsyona Jinan a Odeya Plansaziya Bajêr Fulya Onay, Esra Oguz, Menşure Işik û ji Komeleya Uçan Supurgeyê Sevna Somuncuoglu bi jinên endamên komîsyona îmarê ya şaredariyê civiyan.  


Di çarçoveya dostevaniya bajêr a jinê ya Uçan Supurgê 3 sal in xebat tê kirin û projeyên ku heta niha hatin kirin hat nîqaşkirin. Qadên şînahiyê, îsleh kirina çemê Çagçagê, avakirina xaniyên tenûrê, qadên gelemperî a jinê hatin nîqaşkirin.  Jinên ku bikarin bicivîn, aktîvîteyên çandê pêk bînin, cihek bi vî rengî tê armanckirin. Her wiha dê ji bo zarok, nexweş û pir û kalan qadên taybet bên afirandin û dê bi biryara meclisa şaredariyê bidin tescilkirin.


Xebatên ji bo jinê li Navenda Çandê a Mîtaniyê tê kirin. Heya niha hezar 400 kursiyer li vir mezûn bûne. Her wiha xebatên Navenda Piştevaniya Jinan a Gulşilavê jî li Nisebînê didome.


(la/gk)