Bawerkir bi serket û xeyalên xwe anî cîh
09:33
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Berî niha 4 mehan Fatma Yildirim bi navê “Mutfexa Hatayê” salonek ya xwarinê vekiriye. Ev mînakeke ji bo bê dîtin jin tişta bixwaze dikare bike û tuştek li pêşiya wê xwesteka jinan nikare bibe asteng. Fatma diyar kir ku xeyalê wê yê herî mezin vekirina salonek ya xwarinê bû û got: “Di despêkê de avakirina karek wiha yê salona xwarinê ez gelek dam zorê. Lê bi derbasbûna demê re min dît ez dikarim bikim û min bawerî bi hêza xwe ya kirinê anî.”
Ji bo jin nekevin nava jiyana kar gelek astengî dikarin bên rêzkirin. Ji bo jin ji karê derve bê par bimînin astengiyên weke zewizîn, zarok, cîran û karê malê derdikevin pêşiya wan. Lê mirov dikare gelek mînakên ku tu tişt nikarin li pêşiya vîn û dexwaza jinan bibin asteng. Yek ji van mînakan jî Fatma Yildirim ya ku bi xwe ji Hatayê ye û li Mûşê jiyan dike. Fatma ya ku ji ber karê hevserê wê ketiye li Mûşê hatine li wê jiyan dikin. Fatma li Mûşê bi navê “Mutfexa Hatayê” Salonek ya xwarinê vekiriye. Bi tayîbetî xwendekar û Esnafên Mûşê eleqeyek mezin nîşanî cihê xwarinê yê Fatma didin. Fatma da zanîn ku di despêkê de ew hinek bi goman nêzî karê xwebûye. Fatma destnîşan kir ku dema wê kar kiriye bi demê re kar jî bo wê hêsanbûye û niha ew ji karê xwe raziye.
‘Xeyalê minê herî mezin vekirina cihê xwarinêbû’
Fatma di derbarê vekirina salona xwarin û biryara vekirina wê de wiha axivî: “Şevên dirêj yên zivistanê nizanin biqedin. Vale runiştin êdî ji bom in gelek zor dihat. Ji bo ezê çî bikim ez gelek firkirîm. Ji bo xeyalê minê herdemê yê vekirina cihê xwarinê di şevekê de min biryar da. Di nava mehekê de min cihê xwarinê vekir.” Fatma anî ziman ku wê li gel xwişka xwe bi hev re salona xwarinê vekiriye û wiha got: “Li vêderê vekirina salona meya xwarinê bixwaze nexwaze bala gelê Mûş dikişîne. Din ava demê de me xwe da pejirandin. Ji ber dema ku mijara gotinê jin be hema ‘temîz û tîtîz’ tê hişê mirovan.” Fatma diyar kir k udi nava demê de wan bertekên erênî girtine.
‘Em serê sibê saet heft û nîvan heta êvarî yazdan dixebitîn’
‘Tenê jin bixwazin’
Fatma da zanîn ku her roj ji serê sibê saet 07.30 – 23.00’an ew dixebitin. Fatma bilên kir ku tnê pirsgirêka heyî zarokên wanin, ji ber nikarin bi qasî tê xwestin dem ji bo zarokên xwe veqetînin û wiha domand: “Ez dema diçim malê ji westanê hema radikevim. Tenê westana min ji bo amadekirina pêşerojek baş ji bo zarokên mine. Em neçarin ku bixebitin. Şertên jiyana li Tirkiyê diyarin û em baş dizanîn ku tenê bi hebûna muçeyekê mirov nikare jiyan xwe berdewam bike.”
Fatma di dawiyê de bang li hemû jinan kir û wiha berdewam kir: “Gelek jin dibêjin ‘Me jî dixwest em cihek wiha avabikin. Hevserê min destur nade yan jî ez firsetê nabînim.’ Divê jin li ser lingê xwe rawestin. Ev 18 salin ez zewicîme û cara yekeme ez di jiyana kar de cîh digirim. Di despêkê de avakirina karek wiha yê salona xwarinê ez gelek dam zorê. Lê bi derbasbûna demê re min dît ez dikarim bikim û min bawerî bi hêza xwe ya kirinê anî. Bila jin ji cihekê despêbikin, ya dinê dê bi xwe çêbibe. Tu kar hêsan nîne. Tenê jin bixwazin…”
(zt)

