Ruken bi êşên xwe helbestên xwe di nexşîne …

10:41

Mizgin TABU - Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Ruken Kizikirmak ya ku li Êlihê dijî diyar kir ku wê helbestên xwe   bi temaya wan re kiriye yek. Ruken ya ku 8 salin bi kurd helbestan dinivîse, helbestên xwe bi şanazî, dilxweşî û xemginiyên xwe di neqişîne.


Di her çandekê de cihê wêjeyê çiqas giringe, bê goman di çanda kurdî de jî cihê wêjeya kurdî ewqas giringe. Wêjeya kurdî di demboriyê de xwe dispêre rabirdoyek gele dur, bi awayê devkî û nivîskî xwe daye jiyan kirin û weke kevneşopiyekê berdewam kiriye. Helbest ya k udi wêjeya kurdî de xwediyê cihek gelek giringe. Helbest şaxek yê wêjeyê yê ku mirov di kurahiya hestên xwe de jiyan dike.  Mirov  şanazî û xemgîniyên xwe bi riya helbestan tîne ziman. Di herêmê de êşên ku ji ber şerê heyî hatine jiyankirin dibin pirtûk û tên parvekirin. Yek ji wan ya ku hestên xwe bi yê gel re dike yek û bi kuranî hîs dike û da dixe ser rupelan jî Ruken Kizilirmake. Ruken got: “Ez bi kurdî di fikirim, hîs dikim û jiyan dikim. Bi vî awayî ez hestên xwe dadirêjim li ser rêzikên helbestan.”


‘Demên ez helbestan dinivîsim demên bi nirxin’


Ruken anî ziman ku ev 8 salin ew bi kurdî helbestan dinivîse û wiha got: “Di dema ku ez helbestan dinivîsim, ez dibim xwe bixwe.” Ruken ya ku bi helbestan hîs û dilê xwe tîne ziman Ruken wiha axivî: “Cihên ku mirovan êşên mezin kişandine, heskirinên mirovan û taybetî jî êşên ku dayîkan kişandine dinivîsim.” Ruken destnîşan kir ku her dem pênû û lênûs di jiyana wê de xwediyê cihek giringe û demên ew helbestan dinivîse giring dibîne. Ruken bilêv kir ku kurdan ji boz iman û çanda xwe bedelên mezin dane û wiha domand: “Ez zêdetir helbestên xwe li ser heskirin, êş û feqîriya kurdan dinivîsim. Helbestvanên kurd heta niha êş, heskirin û feqîriya kurdan di halbestên xwe de anîne ziman.”


‘Helbest welidandina hestên tevlîheve’  


Ruken diyar kir ku helbest welidandina hestên têkilheve. Ruken da zanîn ku dema ew bi xwe jî helbestan dinivîse hestên wê gelek tevlî hev dibe. Ruken destnîşan kir ku helbestên ew dinivîse kesên ku bi wêjeya kurdî re mijul dibin dixwînin. Ruken bilêv kir ku helbestên ew dinivîse bi helbestvanên kurd yên dinê re jî parve dike. Ruken derbirî ku ew helbestnê xwe ji rexneyan re vekirî dihêle, gelek bertekên erênî girtiye di helbestnivîsînê de û bi girtina wan bertekên erênî dê pirtûkek ya helbestan binivîse.


Ruken anî ziman ku wê li ser hestên zarokên li kolanan û dayîkan helbest nivîsiye û wiha berdewam kir: “Dema ku ez dayîkek êşkişandî dibînim, ew êşa ku ew dayîk jiyan dike bi hemû dilê xwe ve  hîs dikim. Ji pora serê xwe heta tiliyên lingê xwe ez wê êşê hîseikim, tê digihîjim, jiyan dikim û bi wê re digirîm. Ev êş xwe di helbestên min de jî dide nîşandan.”


(zt)