Merasîma xelatdeyîna pêşbaziya helbestan ya Arjen Arî hat li darxistin

15:15

JINHA


AMED- Komeleya Nevîskarên Kurd bi boneya bîranîna helbestvanê kurd Arjen Ari yê ku di 30’ê Cotmeha sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dayî pêşbaziya helbestan dabûn despêkirin. Îro bi merasîmekê encamên pêbaziya helbestan hat diyar kirin. Di encamê de Selamî Esen layêqi xelata yekemîniyê hat dîtin.


Komeleya Nevîskarên Kurd bi wesîleya bîranîna duyemîn salvegera mirina helbestvanê kurd Arjen Ari yê ku di 30’ê Cotmeha sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dayî pêşbaziya helbestan dabûn despêkirin. Komeleyê encmên pêşbaziya xwe ya helbestan bi merasîmekê diyar kirin. Merasîm li Salona Resepsiyone ya Sumerparqê hat li darxistin. Li Salona ku merasîma xelatdayînê li hat amadekirin posterek mezin yê Arjîn Arî lê hatiye vekirin. Di merasîmê de li ser navê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmed Yilmaz axivî. Mehmed diyar kir ku Arjîn Arî ji bo Komeleya Nivîskarên Kurd kedek mezin daye û got: “Em jî îro bi armanca keda Arjîn Arî vê merasîma xelatdayînê dikîn. Ji bo pêşdeberina zimanê kurdî rola nivîskarên kurd gelek giringe. Ji ber van sedeman her dem nivîskarnê xwe bi bîranîna û dayîna naskirin deyînê meye.


Selamî Esen layêqî xelata yekemîniyê hat dîtin


Paşê jî endamên juriyê encamên pêşbaziyê diyar kirin. Nivîskar Berken Beren anî ziman ku ji bo bîranîna Arjîn Arî û qazanc kirina helbestvanên kurd yên ciwan wan ev pêşbaziye daye despêkirin û wiha got: “ Pêşangiya vê pêşbaziyê medyaya gerdunî kiriye. Komeleya Nevîskarên Kurd, Enstîtuya kurdî, Lis, Belki, Ronahî piştevanî kirine. 23 dosya beşdarî pêşbaziyê bûne. Di xebata du mehan de Selamî Esen layêqî yekemîniyê hat dîtin.” Berken balkişand li ser giringiya ziman ya ji bo hemû zindiyan û wiha domand: “Zimanek çiqas pê bê axaftin, bê xebitandin bi wî awayî li hemberî şidet û zilmê li ber xwe dide.” Berken destnîşan kir ku li darxistina pêşbaziyên bi vî awayî ji bo zimanên mîna zimanê kurdî axaftina wan qedexe û li hemberî gelek zoriyan li ber xwe didin gelek giringin û wiha axivî: “Em baş diznîn ku bo saya van pêşbaziyan zimanê kurdî kariye xwe bigihîne qadek fereh. Ji bo ciwan û helbestvanan bûye erk û berpirsyariyek.”


(zt)