SELİS: Em li hemberî şidetê bi rêxistin dibin û tekoşînê didin
08:50
Derya CEYLAN- Mizgin TABU / JINHA
ÊLİH – Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Selîsê Nefîse Akil diyar kir ku jin li hemberî şidetê xwe bi rêxistin dikin û tekoşîna xwe bilind dikin û got: “Emê jinan ji navendên nayên dîtin derxin navendên bên dîtin.” Ji Civaknasên Selîsê Rana Şeker jî da zanîn ku herî zêde jin ji ber şideta derunî û fîzîkî serlêdan dikin. Rana destnîşan kir ku ew hewildidin di aliyê hêza cewheri ya jinan nîşandanê de alîkarî bikin.
Ji ber şerê 30 salin li herêmê berdewam dike jin bi pirsgirêkên weke feqîrî, ji civakê dur mayîn, di aliyê aborî de dur mayînê jiyan kirine. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe xwe birêxistin kirin û tekoşîna xwe berdewam dikin. Navendên şêwirmendiyên jinan di aliyê hişmendiya rêxistinkirinê bi jinan re çêkirin roleke giring dilîzin. Ji bo carekedinê jin bigihe rolê xweyê nava civakê de xebatek baş tê kirin. Navenda Şêwirmendiya Jinan Selîs ya ku xebatên xwe dibiniya Şaredariya Êlihê de berdewam dike. Ji sala 2006’an heta niha di aliyê derunî û civakî de alîkarî daye bi hezaran jinan û bi vî awayî xebatên xwe berdewam dike. Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan Selîsê Nefise Akil derbirî ku ji ber şideta derunî û fîzîki ya ku din ava civakê de şînberbûye wan alîkariya gelek jin kirine. Nefîse anî ziman ku heger jin bên birêxistinkirin dê hêsantir karibin gelek pirsgirêkan çareser bikin. Civaknas Rana Şeker jî got: “Emê jinan ji navendên nayên dîtin derxînin cihên bên dîtin.”
‘Rêxistinkirina jinan şerte’
Nefîse bilêv kir ku selîs di zimanê Sumerî de tê wateya ronakî û rênîşandanê û wiha domand: “Hebûna tariyê li herêmê rastiyeke. Bandora şerê 30 salan li ser jinan bêgoman gihiştiye asta nîqaşkirinê. Jin di aliyê nîşandana hebûna xwe û din ava Tekoşîna Azadiya Kurdan de gihiştiye astekê. Rêxistinbûna jinan rolek giring lîstiye.” Nefîse diyar kir ku ji bo rêxistinkirina jinan saziyên jinan yên li herêmê roleke giring lîstine. Nefîse balkişand li ser rol û giringiya saziyên jinan yên li herêm û wiha berdewam kir: “Herî zêde ji bo em xwe bigihînin jinan, em xebatên xwe yên weke semîner û panel birêve dibîn. Di heman demê de em li taxan digerin û rêxistina jinan çêdikîn.”
‘Me panelên mijara wan jinên ku mêran qetilkirine dan’
Nefîse da zanîn ku ew li gel civaknas û derunasên dibiniya saziyê de xebatên xwebirêve dibin re girêdayî pirsgirêkên jinan xebatên xwe birêvedibin. Nefîse destnîşan kir ku berî niha demakê wan bi tevlîvûna 200 mêran panelek amade kiribûn. Nefîse anî ziman ku divê panelên mijara wan jin û pirsgirêkên jinan tenê bi tevlîbûna jinan sînor nemîne û mêr jî beşdar bibin û axivî: “Ji bo pêşî li pirsgirêkên jinan bên girtin emê şêweyên cuda biceribînin. Em fikirîn ku vê carê ji mêran despê bikîn. Panelê bi pirs û bersivan berdewam kir. Ji ber mêr cara yekêye bi şêweyek cuda li mijarê dinêrin. Ev jî dibe sedem ku mêr di mijarê de temaşevan bimînin. Ji ber cara yekê ye em jî panelek wiha da di aliyê me de bi rastî jî baş derbasbû. Heger panelên bi vî awayî berdewam bikin, ez bawerdikim ku dê di dema pêş de nîqaş û nirxandinên baş bên kirin.”
Meclisa jinan rêxistinbûnê pêşdixe’
Nefîse derbirî k udi hemû texên Êlihê de meclisên jinan hene û wiha pêde çû: “Bi alîkariya meclisan jin zutir dikarin xwe bigihînin serlîsê. Di heman dem de em bi hev re di Atolyeya Jinan ya bi navê Hêvî Umut de xebatan birêve dibin û xebatên me bi hêz dibin. Ji ber bi saziyên dinê yên jinan re xebat kirin, dibe sedema xwe gihandina zêdetir jinan. Ev jî bêgoman zêdetir xwe gihandina armancan çêdike.”
‘Pirsgirêk dikarin bi rêxistinbûnê bên çareserkirin’
Nefîse diyar kir ku ew hewil didin din ava hemû taxên Êlihê de berpirsên Selîs û Hevî çêkin. Nefîse bilêv kir ku ji bo derbasbûna pirsgirêkan divê jin birêxistin bibin û wiha anî ziman: “Ji bo em birêxistin bibin dêvê di despêkê de em bên bahev. Bi hev re di gelek mijaran de ronî bûn û avakirina pêşerojek xweşik hêsantir dibe.”
‘Ji bo jinan agahiyên baldariyê’
Ji Civaknasên Selîsê Rana Şeker jî da zanîn k udi selîsê de armanca wan ya yekem bilindkirina hişmendiya jinane. Rana balkişand li ser di aliyê civakê de tunehesibandina jinan û wiha got: “Weke Selîs armanca me bi hêz kirina jinên rastî şidetê tên. Her wiha ji bo jinan avakirina derfetên perwerdê. Li gel van jî di aliyê civakîbûnê de pêşdebirina jinan xebat û aktîvîteyên me yên cuda hene.” Rana destnîşan kir ku ew xebatên wan yên ji bo jinan gelek giring dibîne. Rana derbirî ku ew ji bo pêşdebirina jinan hinekî baldarbûnê nîşandidin.
‘Tundiya derunî vedigere şideta fîzîkî’
Rana anî ziman ku herî zêde jin ji ber şideta derunî û fîzîkî serlêdan dikin û wiha domand: “Malbat û derdora civakî bi nêrînên weke xwedîderketina li zarokan şideta derunî li jinan tên kirin. Tundiya derunî vedigeri şideta fîzîkî û carekedinê jin hedef tên girtin. Di vê wateyê de em dixebitin ku jinan bikin xwediyê deruniyek ya avakirina parastina xwe ya rewa.” Rana di dawiyê de bilêv kir ku ji bo jin bibin xwediyê parastina xweya rewa ew dê bi her awayî alîkariyê bikin.
(zt)

