MEGAM-DER: Armanca me ya yekê ciwan ji çanda aloz rizgarkirine

10:27

JINHA


WAN- Di rojên derbasbûyî de bi awayekî girseyî MEGAM-DER hat vekirin û li Herêma Serhedê dest bi xebatên xwe kir. Xebatkara komeleyê Ayfer Merter diyar kir ku armanca wan ya yekem ewe ku ciwanan ji çanda aloz rizgar bikin. Ayfer da zanîn ku li gel wê jî ew hewil didin di komeleyê de beşên weke tenduristî, zirat, beytar, civaknasî, jin û aboriya komunê avabikin. Di derbarê avakirina van hemû beşan û teybetî jî aboriya komunê de hişmendiyekê bi gel û taybetî jî ciwan re çêkin.


Komeleya Navenda Lêkolînê ya Ciwanên Mezopotamyayê (MEGANM-DER) ya ku navenda wê li Amedêye û di rojên derbasbûyî de şaxa xwe li Wanê jî vekir û dest bi xebatên xweyên Herêma Serhedêkir. Komeleya ku li gelek herêman dest bi qursan kiriye, di gelek herêmên civakî de komuna xwe avakirine. Armanca wan ya sereke xilaskirina ciwanan ya ji çanda aloz ya ku pergalê hînî wan kiriye û ew anîna rewşek ji bo gel bisudbe. Li gel vê jî hewil dide k udi aliyê civaknasî, tenduristî, zirat, jin û aboriya komunê de civakê bi pêşde bibin. Di aliyê pirsgirêkên civakî de tevayî gel û tayîbetî jî ciwana bikin xwedî agahî. Ayfer Merter ya k udi Komuna Jinên Ciwan ya MEGAM – DER’ê de cîh digire wiha got: “Niha cihê kum e dîtiye cihek wiha ye ku nayê xebitandin. Me li gel hevalên xwe bi awayek komunal ev der weke hêlînekê lêkiriye. Mirov çawan giringiyê didin hêlîna xwe, em jî li gel hevalên xwe heman giringiyê didin xebatên xwe.”


‘Divê ciwan ji rewşa aloz binê rizgar kirin’


Ayfer destnîşan kir ku daxwaza komeleyê ya herî mezin ciwan kirina kesayetên ji bo civakê bi sud. Ayfer anî ziman ku kaputalîzmê li ser ciwanan çanda aloziyê pêşxistiye û wiha domand: “Mixabin ciwanên dema me dibin bandora fuhuş, alkol û nelirêtiyê denin. Armanca me ewe ku em ciwanan bikêşin li vêderê, em çanda wan nîşanî wan bidin û wan bikin kesên ji bo civakê bi sud. Emê ciwanan ji rewşa aloz rizgar bikin.” Ayfer derbirî ku dê di herêmên bala ciwana dikêşin de kursan vekin.


‘Emê  bi zimanê dayîkê xizmeta tenduridtiyê bikin’


Ayfer balkişand li ser di avakirina komunê de hişmendiya gel û ciwanan avakirin û wiha berdewam kir: “Komuna me weke tenduristî, beytar, civaknasî, aborî û komuna jinan cuda dibe. Di aliyê sazumaniya komunê de heger pêdivî bi dayîna mînakan bê dîtin, di komuna tenduritiyê de dê hevalên me yên di van herêman de pispor despêkê ji komeleyê despê bikin û din ava taxan, gundan û li tevahiya Wanê karê tendurstiyê berdewam bikin.” Ayfer diyar kir ku gelek welatiyên diçin nexweşxanê bi tayîbetî jî yên kal ji ber nezanîn bijîşkan ya bi zimanê kurdî ji hev tênagihijin û nikarin ji derdê welatiyan re çareseriyê bibînin. Ayfer da zanîn ku dê beşa komeleya wan ya komuna tenduristiyê bi zimanê dayîkê li gel kesên di herêma tenduristiyê de pispor xizmeta welatiyan bikin.


‘Emê weke jin jiyana alternatîf avabikin’


Ayfer bilêv kir ku yek ji herêmên herî balkêş ya komeleyê jî hebûna komuna jinane û wiha axivî: “Li vê herêmê jin nikarin bi xwe biriyar bidin û vîna xwe bixebitînin. Li gorî mêrên din ava malê te tevdigerin. Em dixwazin bi avakirina vê komunê bidin nîşandan ku jin dikarin bi xwe xwe li ser lingê xwe bigirin û dema mêr nebin jî bikarin bi xwe jiyana xwe birêve bibin. Em dixwazin ku jinên ciwan yên di malan de hatine hebis kirin bên li vêderê. Em weke jin bi xwe jiyana xwe ya alternatîf pêşbixin. Divî aliyî de hedefên kum e dane pêşiya xwe hene. Ji bo em bigihin armanca xwe heta hêza me hebe emê bixebitin.”


(zt)