Jinên Dîcleyê bi tekoşîna xwe ya jiyanê dibin mînak

11:22

Nurcan Yalçın/JINHA


AMED – Li Dîcleyê bi salane jin di firinê de dixebitin, li gel hemû zoriyên jiyanê li ber xwe didin û aboriya xwe li ser wê dikin. Yek ji xebatkara di firinê de dixebite Şîrîn Alpboga diyar kir ku ev 50 salin li Dîcleyê jin di firinan de dixebitin û got: “Ji ber li Dîcleyê weke dinê derfetên kar nîne, em ji neçarî vî karî dikîn. Her çendî ku di firinan de xebitîn zor ber jî em dixwazin bi keda destê xwe debara xwe bikin.”


Li Tirkiyê her ku diçe pirsgirêka îstihdama kar mezin dibe. Li hemberî di karkirinê de li gorî zayendiyê muçedayînê yanî muçeyê jinan kêmtir ji yê mêran hîna tuştek nehatiye kirin. Weke li metrepol û bajaran, li navçe û gundan jî pirsgirêka îstihdama kar û nebûna alternatîfên karkirinê tên jiyankirin. Jinên li Navçeya Dîcleya Amedê dijîn yên ku jig elek koçberî û zoriyên jiyanê re şahidî kirîn ji koçberiyê re dibêjin “bese”. Jinên li Dîcleyê ev 50 salin di firinê de dixebitin û bi keda xwe ya di firinê de dikin aboriya mala xwe li ser lingan dihêlin. Ji xebatkarên firinê Şîrîn Alpboga da zanîn her ku diçe hejmara xebatkarên firinê zêde dibin û niha hejmara wan gihiştiye 6 jinan. Nevîn Akgunduz jî destnîşan kir kul i hemberî zoriyên dewletê ji bo ku ew neçarî koçberiyê nebin û ji warên xwe durnekevin di firinê de kar kirina jinan ew weke berxedanê dibîne.


‘Her çiqasî zor ber jî em neçarin bixebitin’


Şîrîn anî ziman ku pîşeyê firinê di malbata wan de bûye weke pîşeyê malbatê û wiha domand: “Her dem karê firinê di malbata me de hişmendiyek weke ji bav derbasî kur bûyînê hatiye dîtin. Lê me bi malbatî ev hişmendî şikand. Di firinê de pîşeyê nanpêjiyê ev 50 salin diya min dike û em weke pîşeyê diya xwe nêzdibin. Ez jî ev 10 salin di firinê de dixebitim. Berî niha 5 xwişkên min di vê firinê de xebitîne. Li vêederê derfetên kar nîne. Di van rewşan de alternatîf dikevin dewrê. Heger alternatîf nekevin dewrê divê mirov rune û bifikire. Me wiha kir. Çima karê firinê yê mêranbe? Nêzîkatiyek wiha ne ramaniye. Tenê firinvanî karê mêrandîtin.


‘Me bi berxedanê li Dîcleyê alternatîf avakir’


Şîrîn bilêv kir ku jinan xarê dinava malê de bes nedîtin red kirin û dest bi karê firinê kirin, her ku diçe hêjmara wan zêde dibin û wiha berdewam kir: “Dîcle bi dîroka xwe ya berxwedanê navê xwe li dîrokê kolaye û wiha tê nasîn. Di van pêvajoyên berxwedanê de jinan jî cîh girtine. Ji ber vê jî jinên li vêderê tucarî xwe di piş gotinên weke ‘kar nîne’ ve neveşartine. Me ji neyînê kar afiran û li gora derfetên xwe alternatîf avakir. Kî dizane belkî jî bi saya firinê di pêşerojê de em projeyên hêj mezintir derxînin û ji jinan re bibin mînak. Ji ber pêşdebirina giyana jinan ya tevlîbûna kar divê di navçeyê de tesîsatên civakî û navendên çandê bên avakirin.”


Jin derfetê karkirinê dixwazin  


Karkera di firinê de dixebite Nevîn Akgunduz jî diyar kir ku ev 14 salin ew di firinê de dixebite û bi keda destê xwe li zarokên xwe dinêre. Nevîn anî ziman ku ji ber li Dîcleyê kar nîne mêr diçin bajarên cuda dixebitin û wiha got: “Ji ber nebûna kar mêrê nikarin bixebitin. 8 keçên min hene û ez neçarim kul i wan binêrim. Di firinê de xebitîn zore lê weke dinê çareya me nîne, em neçarin bixebitin û bi wê xebata xwe debara xwe bikin. Em dixwazin li Dîcleyê derfetên kar ji bo jinan bên vekirin.


(zt)