TJKE: Em li hamleya tekoşîn û berxwedanê xwedîderkevin

12:43

JINHA


 


NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd ya Ewrupayê TJKE, piştgirî da hamleya têkoşîn û berxwedanê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyê de ne’ ya ku di 4’ê Nîsanê de KJB’ê dabû destpêkirin û banga xwedî derketinê li jinan  kir.


TJKE’ê der barê hameleya ku KJB’ê di 4’ê nîsanê de da destpêkirin de daxuyaniyek nivîskî da.


TJKE’ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 15 sale di sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de ji bo aştiyeke bi rumet pêk bê di nava hewldaneke mezin de ye û sala dawî nirxand. Daxuyaniyê wiha berdewam kir:“Pêvajoya aştiyê wekê ku serokatiya me jî gotiye pêvajoya diyalogê temam kiriye. Wek tê zanîn di Newroza 2013’an de  serokatiya me  di manîfestoya xwe ya rizgariya demokratîk û jiyanek azad de pêvajoyeke sê pêngav diyar kiribû. Pêngava yekemîn vekişîna gerîlayan ya derveyê sînor bû.


‘Divê êdî em zincîrên esareta xwe bişikînin’


Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêvajo baş bimeşe çi ketiye ser milê wê kiriye. Lê diyaloga ku pêş ket û ket ber hesabên biçûk yên hikûmet û AKP’êi ji ber ku sererastkirinên qanûnî nehat kirin pêvajo derbasî muzakreyê nebûye. Niha polîtîkayên AKP’ê pêşî pêvajoya çareseriyê digirin û aştiyek mayînde ji azadiya Ocalan derbas dibe. Tenduristî, ewlehî û azadiya serokatiya me bo me girînge. Ji ber ku esareta serokatiya me esareta gelê kurde.  Divê êdî em zincîrên esareta xwe bişikînin.  Esareta Ocalan esareta jina ye.


Banga ji bo beşdariya hamleya KJB’ê


TJKE’ê bi dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew xwedî li hameleya ku KJB’ê di 4’ê Nîsanê de daye destpêkirin, derdikevin û her wiha bang li hemû jinên kurd yên li Ewropayê dijîn kir ku xwedî li hamleyê derkevin û bibin xebatkarên wê yên aktîf.


 (zt)