Cemile: Emê di xizmeta gel debin
13:44
JINHA
AMED – Cemîle Emînoglu ya k udi hilbijartinên 30’ê Adarê de cardin bû Hevşaredara Bîsmîlê mazbataya xwe girt.
Li navçeya Bismîlê ya Amedê di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de cardin Cemîle Emînoglu ji bo Hevşaredariyê hat hilbijartin. Cemîle li gel 26 endamên BDP’ê yên Meclisa Şaredariyê mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredarên BDP’ê yên Bismîlê Cemîle Emînoglu û Resul Sari li gel 26 endamên BDP’ê yên ji bo Meclisa Şaredariyê hatin hilbijartin çun hikumetqunaxê mazbateyên xwe wergirtin. Mazbata Hevşaredara BDP’ê ya Bismîlê Cemîle Emînoglu ji aliyê Serokê Desteya Helbijartinan yê Navçeyê Abdulah Cevren ve hat dayîn. Di dema mazbata girtinê de Hevşaredar Cemîle Emînoglu axivî û diyar kir ku dê di xizmeta gel de bixebitin. Piştî axaftina Cemîle hevşaredar û endamên meclisê ber bi şaredariyê ve meşiyan. Di derê Şaredariyê de ji aliyê Cîgirê berê yê Şaredar Fethî Gurbuz û xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşewazi kirin. Fethî peywira hevşaredar û endamên meclisê pîroz kiri û ji wan re serkeftin xwest.
(zt)

