Li Qoserê hîleyên hilbijartinê hatin protestokirin

14:37

JINHA


MÊRDÎN – Dibin pêşengiya Rêveberiya Gişti ya DÎSK’ê de bi boneya protestokirina hîleyên AKP’ê yên di hilbijartinan de û bê hiquqiya heyî dest bi çalakiya runiştinê ya saetekê kirin.


Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca protestokirina hîleyên AKP’ê yên di dema hilbijartinan de û bê mafiya heyî ji aliyê Rêveberiya Giştiya DÎSK’ê a Qoserê ve li baxçeyê Şaredariya Qoserê saetek çalakiya runiştinê hat li darxistin. Endamên DÎSK’ê, Serokê Navenda BDP’ê yê navçeya Qoserê  Kemal Ece, Şaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk, Hevşaredarin BDP’ê yên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman, xebatkarên şaredariyê, jî din av de gelek welatî tevlî çalakiya runiştinê bûn. Di despêka çalakiyê de Nûnerê Gişti yê DÎSK’ê Şakir Şahîn axaftinek kir. Şakir di axaftina xwe de balkişand li ser hîleyên AKP’ê di dema hilbijartinan de kirî û wiha got: “Li cihên weke Serêkaniyê, Agirî, Norşîn û cihên weke wan li gel hebûna îtirazan jî cardin AKP’ê bi zorê gelek cih girtin. Ev tundiyek li hemberî kurdane. Emê li hemberî van tundiyan serî netewînin û newekheviya heyî bi tundî şermezar dikîn. Ji ber van sedeman emê li ber şaredariyê saetekê çalakiya runiştinê bidin despêkirin.”


Piştî axaftinan saetek çalakiya runiştinê hat kirin. Paşê jî çalakî bi çepik û lîlandinan bidawîbû.


(zt)