Li quntarên Çiyayê Kato leşkeran êrişî BDP’ê kirin

17:54

JINHA


COLEMÊRG – Bi pêşangiya rêxistina BDP’ê ya Colemêrgê li quntara Çiyayê Kato meşek girseyî hat li dadxistin. Girseya gel ya ku xwestin li hemberî çêkirina karakolê li Colemêrgê tên çêkirin û li darxistina operasyonekî ji nişka ve li quntarên Çiyayê Kato çalekî li darbixwin meşiyan rastî mudaxeleya leşkeran hatin. Leşkeran êrişî gel kir û  endamên BDP’ê jî din av de gelek kes birîndar bûn.


Rêxistina BDP’a Bajarê Colemêrgê, ji bo bal kişandina ser liv û tevgera leşkerî a zêde a ku nêzî hefteyeke dinavbera Çiyayê Şîne û gundê Uzumcû yê ku dikeve ser rêya navbera Çelê û Colemêrgê de, li hemberî çêkirina karakolê û operasyonekî ji nişka ve ji bo nerazîbûn nîşa bikin xwestin li quntara Çiyayê Kato meşekî li darbixwin, leşkeran êriş bire ser.


Rêveberê BDP’ê yê Bajarê Colemêrgê Selahattîn Sayin, Huseyîn Yilmaz, Emîn Kiliç û cevahir Kaçar û gelek kesên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn. Birîndar ku bi ambulansan hatin rakirina Nexweşxaneya Dewletê a Colemêrgê, Serokê BDP’a Bajarê Colemêrgê Miraz Çalli ji aliyê leşkeran ve hate binçav kirin. Li cihê ku lê êriş pêk hat, alozî didome.


Li aliyê din hejmarekî zêde a wesayitên leşkerî, kamyonek û makîneyên kar jî di rêya Guzelderê de ber bi Geverê ve hatin bi rêxistin.


(zt)