‘Zextên nîjadperestan a li ser mexdûrên erdhejê bû sedema travmayê’

09:54

Ozlem ARICI /JINHA


WAN – Berpirsa Navenda Sepandin û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Wanê (VAKASUM) Emîne Bozkurt, sala 2012’an di hêla jinên wanî de nirxand û da zanîn ku jinên wanî di nav travmayeke mezin de dijîn, jin bi pirsgirêkên heyî re jiyana xwe didomand û niha jî pirsgirêkên ku piştî erdhejê derketî re têdikoşin.


Jinên wanî bi pirsgirêkên xwe yên nehatî çareserkirin re dikevin sala nû. Di sala 2012’an de bi sedan malbat koçberê bajarên din bû, bi hezaran malbat ligel şert û mercên dijwar a zivistanê li Wanê man. Di roja destpêke heta niha wanî bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû mane. Alîkariyên ku ji hêla saziyên sivîl ve dihat kirin rastî astengiya mekanîzmayên dewletê dihat, alîkariya ku ji hêla dewletê ve dihat kirin jî nîvco ma wekî TOKÎ’yan. TOKÎ’yên ku hatî çêkirin heya îro jî teslîmê mexdûran nehatiye kirin û yen ku hatî teslîmkirin jî bi pirsgirêke, ceyran, rê, av, kolorîfer û hwd nîne. Dîsa pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên ku konteynera dijîn jî neqediya. Di konteyneran de pirsgirêka av û ceyranê hêj neqediya, her wiha dê ji mexdûrên erdhejê yen ku konteyneran dijîn kira bê standin.  Her wiha kesên ku bi rêya walîtiyê berê xwe dan bajarê din rastî êrîşên nîjadî hatin.


Berpirsa Navenda Sepandin û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Wanê (VAKASUM) Emîne Bozkurt, sala 2012’an di hêla jinên wanî de nirxand û da zanîn ku jinên wanî di nav travmayeke mezin de dijîn, jin bi pirsgirêkên heyî re jiyana xwe didomand û niha jî pirsgirêkên ku piştî erdhejê derketî re têdikoşin. 


‘Taybetmediya jinê nehat fikirandin’


Emîne, destnîşan kir ku sala 2012’an jinên wanî du travmayan re rû bi  rû man. Emîne, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana jinê ji ber şert û mercen heyî û zîhniyeta serdest bi pirsgirêkan re her tim rû bi  rû bû. Piştî erdhejê pirsgirêk zêdetir bûn. Gelek jinên ku hewcedariya wê alîkariyê heyî serî li navendê didan. Lê ji ber nêzîkatiya cinsiyeta civakî nedikarin alîkarî bigirin. Bi taybetî jinebî, jinên ku hevserê xwe veqetiyayî, jinên ku hevserên van li girtîgehê. Alîkariyên ku ji hêla dewletê dihat kirin jî ne bi edaletî bû û her wiha di belavkirina alîkariyan de taybetmendiya jinê nedihat fikirandin.”


Emîne di axaftina xwe de bal kişand ser jiyana li konteyniran û da zanîn ku jiyana herî bi zehmet li konteyniran bû. Emîne, got ku ji ber ku malbat di odeyeke tenê de diman nedikarin rihetir tevbigerin û paqijiya xwe ya kesane jî bikin.


‘Tirkî biaxifê’


Berpirsiyara VAKASUM’ê Emîne, da zanîn ku alîkariya hikûmetê qels bû, dema jin diçûn walîtiyê ji jinan re digotin ‘Wê reya xwe da kî, biçin li van alîkariyê bixwazin’ Emîne, destnîşan kir ku gelek malbat bi rêya walîtiyê koçberê metrepolan bû û wiha nêrînen xwe anî ziman: “Welatiyên ku koçber bûn li bajarên biyan bûn rastî pirsgirêkên dijwar hatin. Dema zarok diçûn dibistanan ji zarokan re digotin ‘li vir tirkî biaxifê evder Tirkiye ye. Berê vê kevir davêt niha jî hûn alîkariyê dixwazin!’ Ev nezîkati bi taybetî li ser zarokan bi bandor bû. Erdhej bû sedema ku hestên netewperest a wanî bêtir bilind bibe.”


‘Bi qasî serê derziyek alîkarî nedan’


Perîzade Polat di konteynirên Duhok’ê ya şaredariya Wanê de dimîne. Perîzade dayika 3 zarokan e û neçare ku konteynirê bijî. Perîzade nizane dê heya kengê li vir bijî. Bi hatina demsala zivistanê jî pirsgirêk bêtir rû dide. Perîzade sala 2012’an li derve derbas kir û Perîzade, destnîşan kir ku şaredariya Wanê alîkarî daye. Perîzade, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya niha ji hikûmetê qasî serê derziyek alîkarî negirtine. Dewleta çi halê çi? Di rojê herî zehmet de piştewaniya gelê kurd derket holê. Em 7 malbat di konekî de bûn. Ez nizanim dê sala nû çij ji me re bîne. Lê hêvî dikim ku êdî ev roj neyê û Wan bile Wana berê.”


‘Aliyek hikûmet û aliyek jî erdhej’


Xema herî mezin a Hediye Akdaga ku 65 salî kurê wê ya girtiye. Hediye, da zanîn ku salek derbas bû lê hêj avahiyek me nîne. Hediye, daxuyand ku şert û mercên zivistanê zehmet e û ev dixwazin êdî baş bijîn. Hediye, wiha got: “Ez, 4 nebî û bûka xwe bi hevre dijîn. Li malê kes nîne ku debara malê bike. Ji ber erdhejê me gelek tiştên xwe winda kir. Aliyek hikûmet û aliyek jî erdhej. Heta îro jî me alîkariyek ji hikûmetê negirt. Ez hevî dikim ku di sala 2013’an de felaketeke bi vî rengî pêk neye.”


Wêne: Ozlem ARICI


(zd/gk/la)