8 jinên girti bertek nîşanî çêkirina têlên honayî dan û 160 meh ceza girtin!

19:00

Ozlem Akin/JINHA


EDENE – Li Girtîgiha Sergirtî a Jinan ya Karataş a Edeneyê dema ku jinên girtî nerazîbûn nîşanî kirinên girtîgihê yên weke li ser hewşa girtîgihî çêkirina têlên honayî dan rastî derbkirinê hatin. Hem girtiyên jin hatin derbkirin û hem jî de derbarê wan de doz hat vekirin. Doza kul i wan hatibû vekirin bidawî bû. Li Ediliya Dadgeha Ceza ya Karataşê runiştina dozê hat dîtin. Di runiştinê de jinên girtî tevlîbûn. Jinan ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş parastin nekirin. Heyeta dedgehê di derbarê her 8 jinan de 160 meh ceza dan.


Li Tirkiyê û herêmê binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên siyasî her roja ku diçe yekedinê lê zêde dibe. Di 6’ê Îlona 2013’an de îdareya Girtîgiha Sergirti ya Jinan ya Karataşa Edeneyê li ser hewşa girtîgihê dest bi çêkirina têlên honayî kirin. Dema ku jinên qowîşa B3 bertek nîşanî vê helwesta îdarê dan ji aliyê gerdiyanan ve hatin derb kirin. Her wiha jinên heman qowîşê bi cezayên weke cezayê hucrê û cezayê ragihandinê weke mafê telefon û negirtina nameyan hatin cezakirin. Li gel van jî li 8 jinan bi hinceta “Li hemberî mehmurên me li ber xwedane” û “Mehmûrên peywirdar nikarîne peyîwira xwe bikin” doz li wan hat vekirin. Li Ediliya Dadgeha Ceza ya Karataşê runiştina dozê hat dîtin. Jinên girtî tevlî runiştina dozê bûn. Jinan ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş parastin nekirin. Heyeta dedgehê di derbarê her 8 jinan de 160 meh ceza dan.


 Jinan rewşa ‘girtiyên nexweş’ protesto kirin


Di roniştina dozê ya dawi ya k udi 26’ê Adarê de pêk hat jinan sucên avêtine li ser wan nepejirandin. Her wiha ji bo balkişandina li ser rewşa girtiyên nexweş jinan bi gotinên “Ji bo protestokirina rewşa girtiyên li girtîgihan em parastinê nakin” runiştina dozê protesto kirin. Heyeta dadgehê jî ji bo girtiyên jin yên bi navê Selma Bozkur, Kadriye Kulter, Senay Atli, Nurşen Tekîn, Denîz Abukan, Esmer Ece, Aycan Ozdogan û Husne Kiliç bi giştî 160 meh ceza dan.


‘Emê bibin şopdarê binpêkirinên mafan’


Girêdayî mijarê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan yê Edeneyê (ÎHD) Şahîn Kiliç yê kul i gel girtiyan hevdîtin kiriye axivî. Şahîn diyar kir ku yek ji girtîgihên herî zêde binpêkirinên mafan lê rudidin Girtîgiha Sergirti a Jinan ya Karataşêye. Şahîn anî ziman ku berê jî li vê girtîgihê jin bûne mexdurê gelek binpêkirinên mafan û îskence dîtine û wiha got: “Binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan bi hatina midurên nû yên girtigihan re zêdetir dibin. Di dema girtî bi xizmên xwe re hevdîtina vekirî dikin di anvbera wan de mase danîne. Mafê wan yên herî xwezayî ji destê wan digirin. Emê weke ÎHD bibin şopdarên hemû binpêkirinên mafan yên li girtîgihan tên kirin. Emê di agahdarkirina raya gişti ya rewşa girtigihan de jî berdewam bikin.”


Xizmên girtiyan jî bertek nîşanî bûyerê dan û destnîşan kirin ku salek û 8 meh cezayê kul i girtiyan hatiye birîn jî  şandine temîzê û ewê li bendê bisekinin heta bê û dê her demê li gel girtiyan bin


(zt)