Nevin: Azadiya karkerên jin azadiya meye
10:19
Derya CEYLAN / JINHA
AMED – Jinên ku di jiyana xwe ya kar de bi rêgeza‘Riya azadiya jinan li riya azadiya Aboriyê re derbas dibe’ dibin banê DOGUNKAD’ê de xebatên xwe birêve dibin. Seroka DOGUNKAD’ê Nevîn Îl diyar kir ku ji bo gihandina civakek nûjen pêwîstî pêheye ku jin di aliyê aborî de xwe bihêz bikin û got: “Em bi durişma ‘Azadiya karkerên jin azadiya meye’ ketin rê. Ev tesbît bû nêrîna girştiya karê me. Li ser vî bingerhî bi nêrîna jinan em xebatên xwe berdewam dikîn. Jinan bi keda xwe ji sala 1857’an rizgariya xwe anîne heta roja îro. Em jî bi wê durişmê hatine vê rojê.”
Li gorî di her pêvajoyên dîrokê de jin û mêr beranber bi hev re di jiyana aborî û civakî de cîh girtine jî, lê di aliyê kar de karbeşî nava wan de hatiye çêkirin. Herî zêde jin ji qadên karê ji der ve de dur mane. Ev jî bûye sedem ku jin kêm navendên pîşesazî û bazirganiyê tercîh bikin û di wan qadan de kêm bên dîtin. Karmendên Jin yên Komeleya Dogu û Guneydogu (DOGUNKAD) yê hewil didin li navendên pîşesazî û bazirganiyê hejmara jinan zêde bikin û hewil didin ji pisgirêkên jinan yên nava jiyana kar re bibin hêza çareseriyê. Herêma Organîzeya pîşesaziyê ya DOGUNKAD yê hewil dide hem ji pirsgirêkên jinên di vê herêmê de di xebitin re bibin çareserî û hem jî îstihdamam jinan bidin çêkirin. Ev komeleya di biniya Karmendên jin yên xwediyê nêrînên zayendiya civakî de xwediyê sazumaniyek ya ku di serî de jinên kurd û hemû jinan dihindirê xwe de dihewîne. Seroka Desteya Reveber ya DOGUNKAD yê Nevîn Îl xebatên nava komeleya xwe nirxand. Nevîn da zanîn k udi nava jiyana karê wan de beriya çêkirina karbaşiyê ew jinan dinasin û wiha got: “Dema ku 5 kes serlêdana kar bikin û ji wan du jinbin her dem em pêşengiyê didin jinan. Hemû endamên me bi vê hesasyetê nêz dibin.”
Bi karmendên jinên cîhanê re ceribandinên xwe par dikin
Nevîn destnîşan kir ku weke hemû beşên karsaziyê Herêma Organîzeya Pîşesazi yê (OSB) jî her ku diçe karkerên jin û pirsgirêkên wan zêde dibin. Nevîn anî ziman ku girêdayî OSB yê ew li gel Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê hatine bahev û wiha domand: “Di dema xebata me ya li gel Oda Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê de rêjeya îxracata jinan bi qasî ku tune bê dîtin kêm bû. Ji bo ku jin tevlî îxracatê bibin me xebat dan despêkirin. Din ava van xebatan de me hewil dan bi girştî jinan û taybetî jî jinên kurd beşdarî îrdelemeyê bikin.”
'Me Navenda Karmendên Jin yên Kurd vekir'
Nevîn bilêv kir k udi 10 çileya 2013’an de wan li gel Karmendên Jin yên Herêma Federala Kurdistanê li Hewilêr Navenda Karmendên Jin yên Kurd vekir. Nevîn diyar kir ku ew weke Navenda Karmendên Jinên Kurd di vê mijarê de alîkariya hemû jinên li Tirkiyê û herêmê bi van karan re mijul dibin dikin û wiha berdewam kir: “Navenda Karmendên Jin yên Kurd ji aliyê karmendên jin yên herêmê û karmendên jin yên Başurê Kurdistanê ve rastî eleqeyek mezin hat. Navenda Karmendên Jinên Kurd hem dê bibe navenda karmendên jinên herêmê û hem jî dê bibe navenda jinên Rojhilata Navîn.”
‘Emê bi karmendên jinên Gurcîstanê re bên bahev’
Nevîn da zanîn ku dê di meha gulanê de bi karmendên jin yên Gurcîstanê re bên bahev. Nevîn destnîşan kir ku dê bi karmendên jin yên Gurcîstanê re protokolekê îmza bikin. Nevîn balkişand li ser têkiliyên wan yên bi karmendên jinên welatên dinêre û wiha pêde çu: “Hemû ev xebata me ji bo jin tevlî jiyana kar bibin û jin di cîhana ji der ve de bixebitin. Armanca me ewe ku em modelên helberînê yên nû nîşanî karmendên jin bidin. Ji bo xebatrên cîhana ji derve rê û rêbaz dîtin.”
‘Ji bo projeya Beyaz Turîzim Meleklerî emê alîkarî bikin’
Nevîn balkişand li ser rewşa herêmî ya turîstîk û wiha got: “Emê di aliyê turîzmê de alîkariya rêveberiya herêmî li Amedê bikin. Hem de em din ava xebatên UNESCO yên ‘Bila sala 2014’an bibe sala suran’ û hem jî em piştevaniya vê xebatê dikîn.” Nevîn destnîşan kir ku ew hem alîkariya ji bo projeya “Beyaz Turîzim Meleklerî” û hem jî em alîkarî didin xebatên“Bila sala 2014’an bibe sala suran” Nevîn derbirî ku wan armanc kiriye girêdayî van mijaran li Amedê bi karmendên jin yên ciwan re bên bahev.
‘Ajansa herî zêde dengê jinan bide bihîstin jî JIHHA ye’
Nevîn anî ziman ku ew xebatên jinan heta dawiyê giring dibîne û wiha axivî: “Mînaka vê ya herî bedew jî Ajansa Jinan a Nûçeyan e. Di aliyê me de xebatên JINHA yê cihê şanaziyêye. Em bi cidî dişopînin û emê di pêşerojê de li rêyên piştevaniyê bigerin. Em dixwazin ajansa jinan li vê erêmê bimîne. Ji ber em diwê baweriyê denin ku ajansa jinan ajansa herî zêde dengê jinan bide bihîstine.” Nevîn bilêv kir ku her dem jinên kurd ji bo jiyanek azad û demokratîk tekoşîn kirine û domand: “Her dem jinên kurd cihê xwe di refên pêş de girtine. Ji ber wê jî divê cihê ku jinan mafkiriye bigihinê.” Nevîn diyar kir ku ew tekoşîna jinên kurd gelek girîng dibîne. Nevîn da zanîn ku mafê jinan yê weke “karê wekhev û muçeyê wekhav” gelek giringe.
‘Divê jin bi hev re tevbigerin’
Nevîn anî ziman ku rêya azadiya jinan di azadiya aboriyê re derbas dibe. Nevîn destnîşan kir ku ji bo civak bigihe rewşek nûjen divê jin bihêz bin. Nevîn bilêv kir ku di şoreşên cîhanê de jinan rolên giring girtine û wiha got: “Ji bo jin ji deshilatiya mêran ya serdest û şikandina zincîrên wan tenê rêya çareseriyê pêşdeçuna jinane. Ji ber vê jî divê hemû jin bi hav re tevbigerin û rêxistina xwe mezin bikin. Li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe av avêtina jinan ji bom e gelek giringe. Ji ber vê jî jinan ji sala 1857’an rizgarî girtine û heta roja me anîne. Em jî bi wê duruşme hatin heta roja îro.”
(zt)

